Bernameya me her şem di navbera 10 û 11ê êvarê de
(bi dema rojhilatê Australya) dihêt weşandin. Hûn dikarin dema bixwazin bi rêya malpera me guh bidin tevahiya
bernameya heftane, yan beşên bijarte ji bernameyên
par. Naveroka bernameyê ji
bulutena nûçeyan, raportên taybet yên derbarê mijarên corbicor de, hevpeyvînan,
mûzîka
kurdî
û babetên
din pêk
dihêt.
Beşê Kurdî li SBS RADIO bo bernameyeke bi kalîte
Beşê Kurdî di sal 1985 de ket nav bernamyên Radyoya SBS (wê demê navê dezgehê Radio 2EA bû). Bernameya me çavkaniyeke serbixwe ye û hefteyê carê bi şêweyeke berfireh nûçe û lêniherînên derbarê Kurdan, cîhanê û Australya de pêşkêş dike. Bernameyên me bi mûzîk û stranên kurdî yên ji dem û şûnên cuda dihêt xemilandin. Em hevpeyvînan bi siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendên kurd re bi rê dixin, derbarê pirsên xwe bi Kurdên hemî beşên Kurdistanê ve girê didin, bêyî jibîrkirina pirsên xwe bi cîhwarbûna Kurdên Australya, perwerdeyê û civatê ve peywendîgir dikin ji bîr bikin. Hevkara me li başûrê Kurdistanê hefteyê carê raporta xwe ya derbarê nûçeyên herî dawîn li herêmên kurdî de pêşkêş dike,
Bernameya me her şem ji demjimêr 10 ta 11ê êvarê, bi dema rojhilatê Australya, xwe digihîne guhdarên li Sydney, Melborn, Kanbêrra, Wollongong û doraliyên wan. Li Adelayd, Brîsbên û Perth guhdar dikarin bi rêya SBS RADIO DIGITAL 2 guh bidin bernameyê. Bername dikare her weha bi rêya înternêt rojê 24 saetan ji malpera me bihêt guhlêdan. Dema me bi sînor e lê em wê bizavê dikin ku bernameyeke dewlemend û rengîn her hefte pêşkêş bikin.
SBS (Special Broadcasting Service) dezgeheke fermî, lê serbixwe, ya hukûmeta ferderal e. Radyoya SBS bi 68 zimanan weşanê dike û xwe bi rêya beşên AM, FM, DIGITAL û malpera înternêtî digihîne bi milyonan ji daniştvanên Australya û guhdarên li welatên.
Em gellekî dilşad in ku bernameya me ya bi zimanê kurdî dikare xwe nuha bi rêya teknolojiya nûjen bigihîne kesên kurdîziman li hemî beşên cîhanê. Hêvîdar in naveroka vê malperê û bernameyên me bo te mêvanê/-a hêja û xoşewîst balkêş bin.
Her bizava pêşkêşkirina bernameyeke hîn baştir dike: Beşê Kurdî li SBS RADIO.