Kurdên li Australya: Gihîştin û Bicîhbûn
Australya yek ji wan welatan e ku hejmareke ji Kurdên di nav çend dehsalên çûnî de welatê xwe li cîh hîştin lê bi cîh bûne. Pirraniya Kurdên di salên 70yan de li Australya bûn ji wan kesan bûn ku di nîvê 2yam yê 60an de li gel koçerên tirk gihîştibûn vir, bi encama vebûna deriyê Australya ji bo koçerên ji Tirkiyeyê. Di wê demê de çend Kurdên ji Sûriyeyê û Lubnanê jî li vir bûn.
Di sal 1979 de yekem komeleya kurdî li Australya li bajarê Sydney hat damezirandin. Di destpêka 80yan de endamên dora 30 malbatên ji Kurdên bakur, bin-xetê û Lubnaê di komeleyê de endam bûn. Komeleyê xwe wek rêxistineke australî ya ji bo Kurdên Australya dihesiband û di heman demê de piştgiriya maf û têkoşîna hemî beşên Kurdistanê dikir. Nuha rêxistinên kurdî li Sydney, Melborn, Brîsbên, Perth, Adelayd û Kanbêrra hene.
Ta nîvê 80yan tenê çend Kurdên ji başûrê Kurdistanê li vir hebûn û bi pirranî xwendekar bûn. Kurdên ji rojhilat hema-hema nebûn. Di nîvê 2yem yê 80yan de, bi taybetî bi encama şerê îraqî-îranî, bikarhanîna çekên kîmawî û zêdebûna stema li dij Kurdan hejmara Kurdên bo penaxwaziyê digihên Australya zêde bû. Di adara 1991ê de, li dû şerê kendavê yê 1em, dora milyonek Kurdên başûrê Kurdistanê derketin ser çiyan, yan beri dan sînoran. Bi encamê pirsa kurdî bi şêweyeke bêyî hempa li cîhanê hat nasîn. Hejmareke ji welatan, Australya jî di nav de, vîzayên taybet dan penaberên kurd. Pirraniya wan ji başûr û rojhilat bûn. Divêt li vir bihêt gotin ku hinek Kurdên wê demê li Australya bûn roleke grîng leyiztin sebaret bi cîhbûna wan penaxwazan li Australya.
Îroj civatên kurdî li hemî bajarên mezin yên Australya hene. Ligor encamên jêpirsîna giştî ya sal 2006 (Census 2006), nêzikî 5 470 kesan paşerehên xwe wek “kurdî” dabûn. Ji wan 3 598 kesan nivîsandibûn ku ew li mal bi kurdî diaxiftin.