Coming Up Fri 6:00 PM  AEST
Coming Up Live in 
Live
Kurdish radio
SBS KURDÎ

Bêwarî di dema COVID-19 de li Australya

Source: Supplied by AAEH

Mehên zivistanê ji bo bi hezaran kesên ku di rewşeke dijwar de dijîn hêsan nîne bi taybetî di demên pandîmeya COVID-19 de. Li gor serjimêriya Australya ya sala 2016an 8,200 mirov bêwar bûn.

Hevbendiya Australya ya Bidawîkirina Bêwariyê, Australian Alliance to End Homelessness (AAEH) dest bi kampîneke lobîkirina berfireh kir, Mal Piştî COVID, Homes Beyond Covid, da ku hişmendiya hewcedariyên lezgîn bo kesên ku nuha li cihên demî di encama COVID-19 bi cîh bûne.

Bêyî çalakiyeke bilez bi hezaran mirov li ser taxan radizin û nuha bo kurte demekî di otêlan bi cîh bûne lê heke çareyek bo wan neyête dîtin dê ew neçar bibin û dîsa bêwar bimînin. 

Di dema zivistanê de, AAEH bi rêya kampîna xwe bang li kirina çalakiya hevkariyê dike da ku xaniyên herdemî û piştgiriyê pêşkêşe her kesê bêwar yan di otêlan de ji ber COVID-19 dimîne peyda bikin.

Serokê Rêveber yê AAEH David Pearson dibêje ev kampîna dide xuyakirin, ku bêwarbûn hem dikare çareser bibe û hem jî dikare berbend bibe.

"Di heşt hefteyên pêşîn yên vê pandîmeyê de, tenê di nav civatên ku AAEH bi wan re kar dike, zêdetirî 5,000 mirovên ku di rewşeke dijwar de radiziyan xaniyên demî bo wan hatin dîtin," got Berêz Pearson.

"Ji ber ku di serjimêriya dawîn de 8,200 kese bêwar hebûn, ev yeka jî bersivên herî girîng yên derbarî bêwariya li Australya dide, lê wekî ku em dizanin ev qeyran hîn bi dawî ne hatiye. Ji ber vê yekê pêwîstî bi çalakiyeke lezgîn ji hukumetan divê - çareseriya bi siyaset dikare were çareser kirin. "

Coming up next

# TITLE RELEASED TIME MORE
Bêwarî di dema COVID-19 de li Australya 31/07/2020 07:55 ...
Aloziya di navberî Tirkiyê û Yûnanistanê de gihîştiye çi qonaxê 20/09/2020 12:19 ...
Nûçeyên roja Yekşemê 20/09/2020 20/09/2020 12:03 ...
Kuştina malbateke Kurd li Bexdayê 20/09/2020 08:41 ...
Serokwezîr dibêje sînorkirina hejmara rêwîyên navnetewî ye vedigerin ê werin rakirin 20/09/2020 04:10 ...
Piştî şewitandina kampa Lesbos tirsa COVID di nav penaberan de heye 20/09/2020 05:11 ...
Bandora COVID-19 li ser karsaziyên ajansên rêwitiyê 18/09/2020 07:54 ...
Li Amedê karmendên tenduristiyê nerazîbûna xwe li dij hukumetê derdibirin 18/09/2020 12:34 ...
Lênêrîna demansê di dema COVID-19 de 18/09/2020 11:58 ...
Hukumet têsta hemwelatîbûnê nûve dike 18/09/2020 08:20 ...
View More