Coming Up Fri 6:00 PM  AEST
Coming Up Live in 
Live
Kurdish radio
SBS KURDÎ

Bîranîna Roja ANZAC 2020 û bandora Vîrosa Korona

Source: Facebook

Di encama vîrosa korona de merasîmên Roja ANZAC pêk nayên, ku di nav nêzîka 90 salî de cara yekem e ku meş û merasîmên bîranîna Roja ANZAC îsal bi gelemperî pêk nayên.

Li şûna beşdarbûnan de, mirov îsal dikar di roja Anzac de 25 Nîsanê ji demjimêr şeş sibehê de ji bo deqeyek bîranîna yên jiyana xwe di Şerê Cîhanê yê Yekem de ji dest danî li mala xwe raweste û herweha mûman vêxe.  

Elise Edmonds pispora van mijara ne, Şerê Cîhanê Yekem, nexşeyên Dîrokî û Dîroka Australya ye ku ew li Pirtûkxaneya Wîlayeta NSW kar dike. Pirtûkxaneya Wîlayetê ji te dixwaza wêneyên te yên Roja Anazc dike da ew dîrokê de werin tomarkirin.

Pirtûkxaneya Wîlayetê ji sala 1919-an de vir berhevoka diyardeyên şer, nameyan, nexşeyan, wêneyan û materyalên bi Şerê Cîhanê yê Yekem ve girêdayî berhev dike.  

Roja Anzac yek ji girîngtirîn bûyerên neteweyî yên Australya ye ji sala 1927-an û vir ve gava ku, ji bo yekem car, her wîlayetekê 25ê Nîsanê bi şêweyekê kire rojeke ta’tîlê.

Elise Edmonds
State Library's expert on WW1 Elise Edmonds.
Supplied

Xatun Elise dibêje "derdê vîrosa korona bi yek ji dijwartirîn demên ku welatê me di nav re derbas dibê ye. Em dixwazin ku belge bikin ka daniştvançn NSW çawa dê vê roja girîng bi bîr wînin ku ev roj yek ji girîngtirîn rojên neteweyî ye li Australya.”  

Pirtûkxaneya Wîlayetê ji daxwaz dike ku di Roja Anzac de li mala xwe bi bîr wînin, yan bi vêxista mûman, guhdariya peyama dawîn li ser internetê yan guhdariya bi rêya radyo yan telefizyonê bikin. Dûre, wêneyê xwe li Instagram û Twitter bi heştaga (hashtag) #NSWathome û her weha #Anzacathome belav bikin.

Wêneyên ku bi #NSWatHome belav bûnî dê li ser malperra Pirtûkxaneyê website belav bibin

 

Coming up next

# TITLE RELEASED TIME MORE
Bîranîna Roja ANZAC 2020 û bandora Vîrosa Korona 24/04/2020 08:10 ...
Parêzera Kurd ya Mafê Mirovan gihîşt amanca xwe 12/07/2020 02:38 ...
Nûçeyên roja Yekşemê 12/07/2020 10:57 ...
Nawbangî nêwdewlletî Australya weku dabînkerî perwerde zyanî pêgeyştuwe? 12/07/2020 07:45 ...
Hukumeta Herêma Kurdistanê Kabîneya nuh ava dike 12/07/2020 08:00 ...
Çon “telehealth” wa ta tendrustî le ser telîfon bekar bihênî? 12/07/2020 11:58 ...
COVID-19 û dagirtina baca 2019/2020 10/07/2020 11:15 ...
Stranbêj Seyitxanê Boyaxçi diçe dilovaniyê 10/07/2020 10:04 ...
Yanî kuxîna te ya domdar COVID-19 nîne? Doktorê xwe bibîne 10/07/2020 06:45 ...
Em dayke Kurde çon rojaney beser debat le katî qedexe tûndekanî COVID-19 da le Melbourne 05/07/2020 05:50 ...
View More