Coming Up Fri 6:00 PM  AEST
Coming Up Live in 
Live
Kurdish radio

Enwer Mislim: Amanca me yekîtiya Kurdan û Sûriyeke demokrat

Source: Supplied by Enwer Muslim

Di 8mîn kongireya Partiya Yekîtiya Demokratîk de, Enwer Mislim weke hevserokê nû ji bo hevserokayetiya PYDê hat hilbijartin. Em hevpeyvîneke taybet bi berêz Enwer Mislim re derbarî hevseroketiya wî pêk tînin.

Di vê hevpeyvîna tev hevserokê nû yê Partiya Yekêtiya Demokratîk PYD Enwer Mislim ku tev SBS Kurdî diaxive dibêje divabû kongereyê di dawiya sala par 2019 de cî bigirta û hemû amadekarî hatibû kirin, lê ji ber êrîşên dewleta Tirk bi ser herêmên kurdan li bakur-rojhilatî Sûriyê ew neçar man ku kongeriya xwe paşve bixin.  

Berêz Mislim got: “PYD partiya çareseriyê ye. Projeya partiya me projeyeke demokratîke ji bo hemû gel û pêkhateyên herêmê. Gelek biryar hatin girtin, ev biryar jî ji bo sererastkirina kar û xebatên me ne. Beşek ji van biryaran derbarî partiyên di Rêveberiya Xweser de cihê xwe digirin de ne.” 

Berêz Mislim herweha ji SBS Kurdî re li ser yekrêziya mala Kurdî axifî ku ji bo wan ev yek bi nirxe.  

“Yekrêziya mala Kurdî ji bo me PYD’ê pir girîng e. Em bi hev re dikarin li Sûriye û bakur rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşan xeteke parastinê ava bikin. Helwesta me di kongreyê de zelal bû.”

 

Coming up next

# TITLE RELEASED TIME MORE
Enwer Mislim: Amanca me yekîtiya Kurdan û Sûriyeke demokrat 15/03/2020 16:02 ...
Yekemîn Endamî Parlemanî Kurdî le naw Australya 24/05/2020 06:27 ...
Nûçeyên Rojî Yekşemê 24/05/2020 24/05/2020 10:37 ...
Rêberiya Niştecêbûnê: Jinên li ser vîzayên demkî rastî tundutujiya malbatî dibin 22/05/2020 12:58 ...
Kurte filîma "Being Kurd" li festîvala rojavayî Sydney raber dibe 22/05/2020 06:22 ...
Rakirina şaredarên kurd li Tirkiyê 22/05/2020 09:32 ...
Nûçeyên roja Yekşemê 17/05/2020 12:59 ...
Girîngiya standardkirina zimanê Kurdî 17/05/2020 06:49 ...
Îtaliya vedigere jiyana normal e nuh 17/05/2020 09:01 ...
Li Duhokê bi dehan kes ji bo protêstoyeke li dij hukmetê tên girtin 17/05/2020 07:51 ...
View More