Coming Up Fri 6:00 PM  AEST
Coming Up Live in 
Live
Kurdish radio
SBS KURDÎ

Hemwelatiyên Australya yên nû comerdiya Australya teqdîr dikin

Roudi Jindo, Ali shikaki and family, and Shelan Khodedah showing their Australian Citizenship certificate Source: Supplied

Zêdetirî 16,000 niştecîhên ji zêdetirî 150 neteweyan di roja neteweyî ya Australya/Australia Day 2022 de hemwelatiya Australî wergirtin. Di nava wan de para kesên kurdîziman jî hebû. Li Wagga Wagga kesên wek Şîlan Xodêde, bavûdiya wê û xuşk û birayê wê hemwelatî wergirtin. Li Coffs Harbour Elî Şikakî û malbata wî hemwelatiya Australî wergirtin. Li Toowoomba jî Rodî Cindo û herdu xûşkên xwe hemwelatî wergirtin.

Şîlan Xodêde, dê û bav û xwişk û birayên wê di 2016an de wek penaber hatin Wagga Wagga, Australya. Di Roja Australya de 2022 wê û malbata xwe hemwelatiya Australî wergirtin.

Şîlan Xodêde dibêje: "Bidestxistina hemwelatiya Australî gelek derfetan di peydakirina kar de di qada ku ez dixwazim dide min. Spasiya hukumeta Australya dikim ji bo vê firsendê".

Shelan Khodedah
Shelan Kodedah with her parents and siblings and the Mayor of Wagga Wagga Dallas Tout
Shelan Khodedah

Elî Şikakî û malbata wî di Adara 2017an de gihîştin Coffs Harbour; ew yekem malbata penaberên kurdên êzdî bûn ku bi eslê xwe ji Efrînê ne gihîştin wir.

"Ez dixwazim spasiya hukmeta Australya bikim ku derfet da me ku em li vî welatî ewle bijîn. Bidestxistina hemwelatîbûna me mîna sêwîyekî ku ji hêla malbateke dilovan ve were pejirandin, ji me re gelekî bi qedir û qîmete" got birêz Şikakî.

Ali Shikaki and family, citizenship ceremoney
Ali Shikaki and his family with the Mayor of Coffs Harbour Paul Amos
Supplied

Rodî Cindo tevî herdu xwişkên xwe di sala 2017an de ji Herêma Kurdistanê, Iraqê gihîştin Toowoomba, ku ew jî ji Efrînê ne.

“Ez gelek kêfxweşim ku min hemwelatiya xwe ya Australî wergirt û ez yekem kesim li Toowoomba di nav penaberên bi kurdîaxaf yên ku bi min re hatin werdigirim. Girtina hemwelatiya Australî ji bo min, ez dikarim dengê xwe di helbijartinan de bidim. Gava ku we pasporteke Australî hebe rêwîtiya li derveyî welat hêsantir dike, ji ber ku ew ji alîyê welatên din ve rêzdar e".

Coming up next

# TITLE RELEASED TIME MORE
Hemwelatiyên Australya yên nû comerdiya Australya teqdîr dikin 04/02/2022 13:48 ...
Serjimêriya 2021 û kesên Kurdî-ziman li Australya 03/07/2022 02:20 ...
Nûçeyên Dawiya Hefteya 3î Tirmehê 03/07/2022 11:28 ...
Bi Xêr hatî Welat çi wateyê dide? 03/07/2022 08:16 ...
Nakokiyên siyasî astengiyan ji bo pêkanîna hukumetekê li Êraqê çêdikin 03/07/2022 06:12 ...
Mijûlkirina zarokan di dema tatîla xwendegehan de 03/07/2022 10:30 ...
Guhertin di hin kategoriyên vîzeyan de ji 1ê Tîrmehê pêk tên 01/07/2022 08:03 ...
Tê pêşniyarkirin ku vaksîna girîpê bête wergitin 01/07/2022 08:39 ...
Rojnamevanekî wênekêş li Tirkiyê ji bo girtina wêneya polîsekî tê girtin 01/07/2022 09:53 ...
Êrîşkirina bi mûşekan li ser gaza Herêma Kurdistanê 26/06/2022 08:37 ...
View More