Prîskê Mihoyî rojamevan, helbestvan û wergêrvanekî kurdî li Rûsiya û Ermenistanê bi navûdenge.Ew li Ermanîstanê di nav malbeteke kurdên Êzîdî de ji dayî bûye. Prîskê Mihoyî pishtî kutakirina xwendehên seratayî û navîn di sala 1975 de diche Zanîngeha Yêrêvanê û di fakûltiya matêmatêkê dixwîne.
Di dema salên xwendekarîyê de ew di beshê rojnamegerîyê li heman Zanîngehê dixwîne û dest bi nivîsandina gotar û helbestên dike. Nivîsên wîye pêshin di rojnameya Rya Teze de chap dibin û di radyoya Yêrêvanê beshê kurdî de tên weshandin. Prîskê Mihoyî ji sala 1981 ta dawîya sala 1992 li rojnameya Rya Teze kar dike û bi sedan gotar dinivîsîne.
Lê pishtî hilweshandina Yeketiya Sovîyêtê ew di sala 1993 de ji Ermenîstanê koche Rûsya dike û li Komara Ûdmûrtyayê nishtecê dibe.
Di Sala 2002 de Prîskê Mihoyî dibe perpirsyarê sereke yê rojnama Rûsîye bi navê Prîgorodnî Vêstî (Deng û behsên bajêr) û serokê chapxaneyê. Di sala 2013 de ji bo karê wî yê bi rûmet di warê rojnamevaniyê de - navê Rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtayê dane wî.
Herweha Prîskê Mihoyî îsal (2018) du xelatên bilind ji bo xizmeta salên dirêj û serkeftinên di karê xwe da wergirtin. Xelata bi navê Bawernameya Komara Ûdmûrtyayê xelata herî bilinde li Komara dewletê.
Mamoste Prîskê Hihoyî gelek gotar û helbest nivîsandine û jimareke ji berhemên wî nuha ji bo chapê amadene.
Ji bo em bêtir li ser kar û xebata mamoste Prîskê Mihoyî bizanibin me hevpeyvînek bi wî re pêk anî.