Menal Xudêde û malbata wê wek gelek Êzîdiyan dema ku DAIŞ di sala 2014 de êrîşe Şingalê kir riviyan. Menal û malbata xwe bi şens bûn ku li Australya bi cih bûn û jiyaneke nuh destpêbikin. Em ê îroj bi Menalê re derbarê çend mehên pêşîn ji hatina Australya biaxavfin, ka jiyan di despêkê de çawa bû û nuha çawa ye.
Bi alîkariya Jobs Australia, Menalê karekî çêkirina xwarinên ji Rojhilata Navîn/Êzîdî li xwaringeha The Minnie Barn li Armidale bidest xist.
"Ji dema ku ez hatim Australya ez fêrî Îngilîzî bûm û di heman demê de kardikim, ev yek min pir kêfxweş dike," Menalê got.
Menal dixwaze di siberojê de bibe mamosteya xwendegehê.