Di raporta Hatice Kamer ji Amedê de behs li ser 25ê Mijdarê dibe, roja tundûtûjiya li hember jinê li Tirkiyê ye. Di nav salekê li Tirkiyê 285 jin hatine kuştin. Li bajarên Kurdan 30 jin hatine kuştin û guman li ser mirina 37 jinan heye û 19 jinan jî xwe kuşt. Rêxistinên jinan îddiayê dikin ku vekişandina imzeyê ji peymana Stembolê bandoreke mezin kir û rêjeya tundûtûjiyê jî zêde kir. Herweha di raportê de behs li ser krîza aborî ya Tirkiyê jî dibe.
Tundûtûjiya li ser jinê ji sedî 25 di 10 salan de li Tirkiyê zêde bûye
Source: Hatice Kamer