Coming Up Fri 6:00 PM  AEDT
Coming Up Live in 
Live
Kurdish radio

COVID-19: Ma divêt em bi xem bin ji bo yên bêyî nîşanên vîrosa korna

Source: Getty Images

Du lêkolînên nû hejmareke girîng ya doza vîrosa korona erênî nîşan dan ku di heman demê de tu nîşanên nixweşiyê li nik wan nebû. Pispor li ser pirsa ka gelo divê em hemî bên têstkirin - yên nîşan hebin yan nebin.

Ta naha ji me re hatiye gotin ku nîşanên Covid-19 çine - ji taya bilind bigire ta kuxka hişk, dijwariya nefes kêşanê yan jî westabûn.
Li gelek welatan lêkolîn derbarî beyî xoya bûna nîşanên dozên COVID-19 çêbûn, wek New Zealand, Japon, Çîn û Australya jî di nav de.
Di lêkolneke vekirî ya Tora JAMA de, lêkolînerên li Çînê dîtin ku ji 78 nixweşan, ji sedî 42.3 beyî nîşan bûn.
Di Lêkolînek cuda de ku ji hêla lêkolînerên Australî ve pêk hat, ku ji hêla Thorax ve hat weşandin, ji 217 kesanê di keştiya Greg Mortimer de, ku heyşt ji 10an nîşanên Covid-19 nebûn .

Veguhestina berî-nîşanê û nenîşaneyî çi ne? 

Berî-nîşana nixwşîyê serdema piştî nîşdariyê ye lê berî ku nîşanên vîrusê werin.

Lê her çend bêyî nîşanan be, ev nayê vê wateyê ku veguheztin nîne. Lêkolînên tomarkirî li ser kesên ku yek ta sê rojan berî encama erêniya têstê xoya bibe, nîşanên nixeşiyê li wan hebûn.
Veguhestina nenîşaneyan dema ku vîrus ji kesekî ku nîşanên Covid-19 tune be belav dibe.

Gelo pispor derbarê lêkolînên vê dawiyê çi difikirin?

Profisor Raina MacIntyre, Seroka Bernameya ewlehiya bîyolojî li Enstîtuya Kirby, dibêje "belgeh hene ku enfeksiyonek nenîşaneyî û berî-nîşanan bi Covid-19 re hevpar e."

Wê lêkolînên li lêniherîna ixtiyaran û karesatên din yên ku "her weha dîtin 50 ji sedî yan zêdetir ji hemî dozên erênî nîşanên nixweşiyê ne tune bûn".

Di destpêka Gulanê de, Grant Lodge, cihekî lênêrîna ixtiyaran li devereke li Melbourne ya Bacchus Marsh, karmendek ku bêyî nîşanên nixweşiyê bû encama erênî da.

"Divê em êdî vê yekê nîqaş nekin.Têkiliyên metirsîdar di rewşên belavbûnê de, çi ji têkiliyên malbatî yan jî di cihekî girtî de be, divê têstkirin hebe heta ku nîşanên nixweşiyê  tune bin jî," Prof MacInyre got.

“Deh ta 14 roj divên ta ku nîşanên nixweşiyê xuya dibin, ji ber vê yekê ne surprîz e ku hin têstên bingehîn yên dijlaşî (antibody) tixûbdar bûn û bi karanîn ji bo nixweşiyê bi sînor bû.”

 

Hin pispor derbarê cewhera bûyerên nenîşaneyî (asymptomati Covid-19 de ew qas ne ewle ne.

 

Sanjaya Senanayake ji Zanîngeha Neteweyî ya Australya pisporê nexweşiyên enfeksiyonê ye. 

Ew derbarî lêkolîna ji Çînê ku nivîskaran xoya kirin ku bûyerên nenîşaneyî  dibe ku xwe ji ber bê xuyabûna nîşanên nixweşiyê îzol nekirin, ew dibêje.

Di Şubatê de, di raporta Rêxistina Tenduristiya Cîhanî WHO China Joint Mission report ya tev Çînê xuya bû ku nixweşên nenîşaneyî (asymptomatic) di dema têstkirinê de pişt re nîşanên nixweşê li wan re peyda bûn. Profisor Senanayake nedizane ku ew nixweşana piştî lêkolînê nixweş ketin yan na.

 

Li Iceland (Eyslend) ji sedî 50 ji mirovan encama erênî dan bêyî ku nîşan xuya bibin, herweha li Japonê ji sedî 30.8 hatin dîtin ku di heman demê de ji sedî 80 li Çînê lêkolîneke cûda pêk hat.

 

"Bi gotinên din, ji bo her rêwîtiyek çar kese nenîşaneyî hebûn”

 

Profisor Ivo Mueller zanistê epîdemîyolojiyê li Enstîtuya Walter û Eliza ya Lêkolînên Pizîşkî ye.

Ew diyar dike ku ne tenê têgihîştina ka çawa hevbeşên nenîşaneyên veguhastina Covid-19 girîng ji bo bidestxistina wêneyek zelal a ji kesên ku bi vîrsê ketî, lê "dê di pêşbîniyên me de jî bandorê bike ka gelo pandemiya Covid-19 di mehên pêş de geş dibe."

Lêkolîna li ser keştiya Geştiyariya Greg Mortimer, ku 96 Australî ji 217 rêwiyan di keştiyê de hebûn, 128 kes têsta erênî ya COVID-19 dan. Ji yên ku bi vîross korona ketî 104 nîşan li wan tune bûn – ku ev jî dike ji sedî 81 ji dozên ku têsta erênî dan.

“Bi gotinên din, ji bo her rêwîtiyek çar kese nenîşaneyî hebûn. Eger heman şêwe rewş li cihekî din dubare bibe, tê wê wateyê ku welatên ku dozên têstkirina xuyabûna nîşanan hene, dê nixweşî pênc qatî ji nuha bêtir be,” got Profisor Mueller.


Xelkê li Australya divê mîtro û nîvekê (1.5) ji hev dûr bin.  Civênen kesan li gor wîlayeta tu lê dijî ye.

Testkirina ji vîrosa korona li seranerî Australya heye. Heke te nîşanên wek girîpê hene, tedbîrên bo testkirinê bike yan jî telefone dokorê xwe bike yan jî telefone Tenduristiya Agahiyên Vîrosa Korona bike1800 020 080.

Hukmeta Federal appa şopandina vîrosa korona COVIDSafe ji bo barkirinê ji firoşgeha telefona te heye.

SBS agahdariyên ji bo Civakên pirçand e li Australya derbarî geşedanên herî dawî sebaret bi Vîrosa Korona dide. Nûçe û agahdariyên bi 63 zimanan hene li www.sbs.com.au/coronavirus