Coming Up Fri 6:00 PM  AEDT
Coming Up Live in 
Live
Kurdish radio

(Kurdish Kurmanji) Zanyarî derbarî vîrosa-korona

Source: AAP

SBS ji bo ragihandina pêbawer ya agahdarkirina derbarê COVID-19 bi zimanê te belav dike. Ev berhevokên agahdariyê ji bo civakê agahdar bike.

COVID-19 çawa belav dibe?

COVID-19 ji mirov derbas e mirov dibe:

  • Pêwendiya nêzîk bi kesan re nebe di heman demê de dema ew kesê enfeksyon hebe yan jî di nav 24 demjimêrên berê de nîşanên vîrosê hebin.
  • Pêwindiyeke nêzik bi kesekî ku vîros girtibe yê ku dikoxwe yan dibênije.
  • Destdana ser tiştên pîsbûyî (wek destikê deriyan yan maseyan) ji koxwik yan bênijandina ji kesekî ku enfeksyon û destê xwe bi dev yan rûyê xwe kiribe.

Nîşanên COVID-19 çine?

Li gor malperra Hukmeta Federal nîşanên vîrosa korona wek kulbûna pişikê (pneumonia) ya sivike.

Nîşanên COVID-19 wek dozên sermaxwarinê û enflûwenzeyê ne:

  • Germbûn
  • Êşa qirikê
  • Koxwik
  • Westabûn
  • Dijwariya neveskişandinê

Ger nîşan li min hebin ez ê çi bikim?

Ger te nîşan di nav 14 rojan de ji gihîştina Australya hebin yan di nav 14 rojan de te pêwindî bi kesekî ku COVID-19 heye kiriye divêt tu bi zûtirîn dem biçî nik pizîşikê xwe.
Telefone pizîşkê xwe bike yan telefone Agahdariya Tendûristiya Vîrosa Korona ya netewî li ser vê jimarê bike 1800 020 080 bike. Bêyî agahdarkirina navenda tendirûstiyê yan nixweşxaneyê derbarî nîşanên nixweşiyê tu nikarî sardana wan bikî.

Berî tu biçî, telefone navenda tendirûstiyê yan nixweşxaneyê bike û ji wan re li ser dîroka rêwitiya xwe yan eger te pêwindî bi kesekî ku COVID-19 re kiriye bêje. Divê tu li mala xwe, li otêlê yan di lênihêrîna tenduristiyê de xwe-tecrîd bikî ta ku rayedarên tenduristiya giştî piştrast bikin ku ji te re ewledar e tu vegerî ser çalakiyên xwe yên gelemper.

Eger te dijwariyên nefeskişandinê hene yan pêdivî bi lezgîniyeke bijîşkî heye telefone 000 bike.

Ma pêwîst e ez ezmûna COVID-19 bikim?

Pizîşkê te beryara ezmûnê dide eger te ev nîşanên li jêr hebin:

  • Tu ji dervayê Australya di nav 14 rojên derbas bûyî de hatiye û te pirsgirêkên nefesê yan germbûnê hebin.
  • Te pêwindiyeke nêzik bi kesekî ku COVID-19 heye di nav 14 rojên derbas bûyî de kiriye û pirsgirêka nefeskişandinê bi germayî yan bêyî germayî heye.
  • Kulbûna pişikan (pneumonia) girane û sedemek eşkere nine.
  • Tu karmendê/a lênerîna tendirûstî ku dîrêkt bi nixweşan re didî distînî yan te nixweşiya tengenefesê û germbûnê heye.

Bûyerên gumanbar tenê tên ezmûnkirin da ku bicîkirina ji bo ezmûngehê bi daxwazê bikin.


Vîros çawa tê dermankirin?

Tu dermanekî taybet ji bo vê vîrosê nîne, lê pirraniya nîşanan dikarin bi alîkariya pizîşkî bên îlacikirin. Bandora antîbiyotîkan li dijî vîrosan nîne.

Metirsiya nixweşiyê li ser kê heye?

Dibe ku mirovên enfeksiyon hene qet nexweş nekevin, hinekan dê nîşanên hûrparêzî ji wan re bikin ku ew bi hêsanî baş bibin, yên din pêkan pir nexweş bikevin, û pir zû. Ji tecrûbeyên berê yên din ku bi vîrosa korona ne, mirovên ku herî zêde enfeksiyona cidî hebin evin:

  • Kesên ku sîstêma parastinê li nik wan ze’îfe (nimûne kesên şêrpence hene)
  • Kesên temen mezin
  • Aboricinî û xelkên ji Girava Torres Strait, ku asta nixweşiya kironîk li nik wan bilind e
  • Kesên bi rewşên bijîjkî ye kironîk
  • Kesên di cihên niştecîkirina qerbelix de dijîn
  • Kesên di girtîgehan de
  • Zarokên biçûk û dergûş*

*Ta nuha metirsiya li ser zarokan û dergûşan, û rola zarokan di girtina COVID-19 de xoya nîne. Di heman demê ta nuha dozên zarokan yê COVID-19 nizime, eger bidin hember civata gelemper.

Tu dê çawa alîkar bî bo COVID-19 belav nebe?

Xwe fêr bike ku tu çawa dest û dema dibênijî/dikoxwî pak bihêlî û dûrî kesên nexweş bimîne ji bo parastina xwe ji vîrosê. Pêwîste tu:

  • Destê xwe bi sabûnê û avê bişoyî, berî xwarinê û li dû xwarinê û piştî çûna tiwalêtê.
  • Deme dikuxwî yan dibênijî ser devê xwe bigire, kilînêkisê bavêje, û destê xwe bi paqijkereke ku bingeha xwe alkohole bikar bîne.
  • Eger tu nixweşî têkiliyê bi kesan re meke (ji 1.5 mîtro dûrî kesan be).
  • Berpirsiyartiya şexsî bi kar bîne û ta tu dikarî li mal bimîne.

Pêwîste kî were tecrîdkirin?

Hemî mirovên ku ji nîvê şeva 15ê Adara 2020-an hatin Australya, yan difikirin  werin dibe ew bi bûyereke pejirandî ya COVID-19 têkiliyeke nêzîk hebûn, pêdvî heye ku ji bo 14 rojan xwe tecrîd bikin.

Eger tu bi COVID-19 ketiye, girînge ku tu li mal bimînî:

  • Neçî cihên gelemper e wek kar, xwendegeh, navendên bazarê, lênerînên zarokan yan zanîngehan
  • Ji kesekî daxwaz bike ku xwarin û pêdiviyên te ji te re winin û li ber derî bihêlin
  • Bila mêvan neyên mala te – tenê ew kesên li nik te dijîn dikarin werin mal

Dûrxistina civakî çiye?

Dûrxistina civakî awayek e ku dikare bi belavkirina vîrosên wekî COVID-19 re bibe alîkar. Ev tête xwebêja mayîna li malê dema ku tu nixweşî, ji civînên mezin dûr keve eger ew ne pêwist be, bi qasî 1,5 mîtro di navbera te û mirovên din de her dem hebe û ji têkiliya fîzîkî ya wekî dest-dan-hev û hembêzkirin dûr be.

Dûrxistina civakî têkbirina tiştan yan rûberên (wek destikên derî yan maseyan) ku ji kuxwik yan bênijandina kesekî ku doza COVID-19 heye pîs bûye.

Çiqa dûrbûn di navbera we de hebe çêtire, wê demê dijwar e ku ev vîrus belav bibe.

Ma ez dikarim serdana malbat û hevalên di dezgehên îxtiyariyê de bikim?

Derket holê ku her virus li sazûmanên lênêrîna îxtîyaran dibe sedema pirsgirêkên girîng. Lê, COVID-19 ji bo mezinan xeterek tenduristî ya cidî heye. Ji bo ku di lêniherîna îxtîyaran de mirovan biparêzin, qedexe têne danîn. Serdana dezgehên lêniherîna îxtîyaran nekî eger:

  • Tu di nav 14 de rojên dawiyê de ji rêwitiya derve hatiye.
  • Te têkilî bi kesekî ku COVID-19 heye di nav 14 rojan de kiriye,
  • Te germbûn yan nîşanên kulbûna pişikan (wek kuxwik, êşa qirikê, tengenefesî) heye

Ji 1 Gulanê de girînge ku te derziya enflewênze li xwe xistibe eger tu dixwazî serdana dezgeheke lêniherîna îxtîyaran bikî

Ma pêdivî heye ku ez maskeke nişdarî bi kar bînim?

Bi kar anîna maskan di nav civatê de tenê di pêşîlêgirtina kesên ku COVID-19 de heye ji bo vîrosê di nav civatê de belav nekin alîkar e. Heke hûn baş in, hewce nake hûn maskê bi kar bînin, delîlên piçûk hene ku piştgirî dide û civatê bi şêweyeke gelemper diparêze.   

Eger pêwîstî bi tecrîdkirina te heye, pêwîste tu maska nişdariyê (eger li nik te heye) bi kar bînî:

  • Eger tu dixwazî ji mal derkevî çi sedem dibe bila bibe û diçî cihekî gelemper.
  • Tu sardana pizîşik dikî.
  • Te nîşanên nixweşiyê hene û xelk li heman cihî hene.

 Rêwîtiya bo, yan ji nav Australya

Divê Australî hemî rêwîtiya navxweyî ya ne-hewcedar pêk neynin. Wîlayet û navçe dikarin qedexeyên xwe cîh bi cîh bikin, girtina sînoran jî di nav de. Wîlayetên bi tenê ku sînorên xwe ne-girtine Victoria, New South Wales û ACT ne.

Ji 25 Adara 2020 de qedexeya ku Australî biçin dervayê welat dest pê bû, li gel hin bexşandinan.

 Hemwelatiyên Australya, niştecî û endamên malbatê dikarin bên Australya. Ji bo zêdetir agahdarî, serî li Wezareta Karên Navxweyî xîne. https://www.homeaffairs.gov.au/news-media/current-alerts/novel-coronavirus

Divê hemû rêwiyên ku tên Australya ji bo 14 rojan xwe tecrîd bikin, li mal yan jî li otêlê.

Eger rêwî xwe ji bo 14 rojan tecrîd nekin, dibe ku rastî sizeyên cûrbicûr bibn li her Wîlayet û Herêmê.

Ji bo agahdariyê zêde serî li www.smartraveller.gov.au 

 Rayedarên Australya çawa birêvebirina nixweşiyê dikin?

Serok Wezîr plana lezgîniya COVID-19 li dar xist Emergency Response Plan for Novel Coronavirus (COVID-19).

Ji bo agahdariyên zêde derbarî çawa Hukmeta Australya COVID-19 birêve dibe serî li Government response   

Ji bo agahdariyên zêde yên bi zimanî Îngilîzî serî li xîne health.gov.au/news/health-alerts/novel-coronavirus-2019-ncov-health-alert 

 

بۆ زانیاری سه‌باره‌ت به‌ ڤیرووی كۆرۆنا به‌ زاراوه‌ی سۆرانی سه‌ردانی ئێره‌ بكه‌.