Coming Up Sun 2:00 PM  AEDT
Coming Up Live in 
Live
Kurdish radio

Nûvekirina COVID-19: NSW vekirina xwe zûtir dike, Victoria sînordarkirinan sivik dike

NSW Premier Dominic Perrottet addresses media during a press conference in Sydney, Thursday, October 7, 2021. Source: AAP

Ev nûvekirina we ya derbarê Vîrosakorona li Australya ji bo 7î Cotmeha 2021e.

  • Victoria balê dikişîne ser rêjeya vaksînlêdana seqetan
  • NSW digihîje ji sedî 70 ji ya armanca her du vaksînlêdanan
  • ACT di rê de ye ku bibe yek ji bajarên herî vaksînkirî li cîhanê

Victoria

Victoria 1,638 rewşên nû yên herêmî û du mirin tomar kirin.

Ji îro û pê ve, qadên herêma sor ku li New South Wales û ACT ne girtî ne ji nû ve wekî herêmên pirteqalî tên dabeşkirin û dihêle ku bi hezaran daniştvanên ji Victoria yên asê mane vegerin mal apply for a return home.

Ji sibe, 8 ê Cotmehê, mirovên astengdar dikarin bêyî çêkirina hevdîtinê li navendên vaksînlêdana wîlayetê vaksîn bibin. Wîlayet di heman demê de dê di qadên fikaran de deh navendên vaksînlêdanê yên ji bo astengdariyê hatine veqetandin bide destpêkirin. 

Ji bo navendeke vaksînlêdanê ya nêzikî te serî li vaccination centre 

New South Wales 

NSW 587 rewşên nû yên herêmî û heyşt mirin tomar kirin.

Serokê hukumeta NSW Dominic Perrottet guhertin di plansaziya vekirina wîlayetê de ragihand piştî ku qonaxa vaksîlêdanê gihîşt ji sedî 70.

Ji Duşemê, 11ê Cotmehê, civînên hundurîn yên li mal dê bibin 10 mêvan (bilî zarokan) û civînên li derve dê ji 20an bibin 30î.

Jimara beşdarên libdawet û şîna miriyan yên li derve dê bibin 100 kesî. Hewzên hundur jî dê vebin.

Hevdîtina ji bo vaksînlêdanê li vir çê bike book your vaccine appointment.

Herêma Paytext ya Australya  

Herêmê 41 dozên herêmî tomar kirin.

ACT bûye yekemîn dadweriya li welat ku kesên 12 salî û zêdetir ji sedî 96 vaksînlêdanê derbas dike.

Hevdîtina ji bo vaksînlêdanê li vir çê bike book your COVID-19 vaccination.  

Di 24 demjimêrên dawîn li Australya     

  •  Queensland rojeke din ya veguheztina civakê ya sifir tomar dike. 

Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê

Pêdiviyên karantînê û têstkirina ji hêla hukumetên wîlayet û herêman ve têne bi rêve birin û sepandin:

NSW Travel & transport û Quarantine
VIC Travel permitOverseas travellers û Quarantine
ACT Transport û Quarantine
NT Travel û Quarantine
QLD Travel û Quarantine
SA Travel û Quarantine
TAS Travel û Quarantine
WA Travel û Quarantine

Heke hûn dixwazin biçin dervayî welêt bigerin, hûn dikarin  li ser înternêtê formê tijî bikin û daxwaza serbestberdanê bikin. Click here Ji bo bêtir agahdarî li ser mercên derketina ji Australya. Ji bo firînên navneteweyî tedbîrên demkî hene ku ji hêla hukumetê ve bi rêkûpêk têne nirxandin û li ser malpera Smart Traveller têne nûve kirin.



Serî li Xizmeta Ragihandina Tenduristiya Pirzimanî ya NSW ya wergerandinê bike:

COVID-19 Vaccination Glossary 

Appointment Reminder Tool


Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê

NSW 
Victoria 
Queensland 
South Australia 
ACT 
Western Australia 
Tasmania
Northern Territory 


Agahdariyên peredana karesata Pandemîkê li wîlayet û herêma te: 

NSW 
Victoria 
Queensland 
South Australia 
ACT 
Western Australia 
Tasmania
Northern Territory

This story is also available in other languages.