Coming Up Fri 6:00 PM  AEST
Coming Up Live in 
Live
Kurdish radio

Nûvekirinên COVID-19: Zêdebûna fişarê li ser sîstêma tenduristiya Victoria, QLD qedexeyan datîne ser beşne Tasmania

دانش‌آموزان یک مکتب در حال دریافت آزمایش آنتی‌ژن در ملبورن Source: AAP/James Ross

Ev nûvekirina we ya derbarê Vîrosakorona li Australya ji bo 16 Cotmeha 2021.

  • Victoria 1,993 rewşên herêmî ragihand
  • NSW di zêdetirî du mehan de jimara rojane ya herî kêm tomar dike

  • ACT kodên postê yên NSW ku êdî ne di bin qedexeyên rêwîtiyê de ne dirêj dike

  • Başûrî Tasmania dikeve yekem roja tevahî ya berbendkirinê


Victoria

Victoria 1,993 rewşên herêmî yên COVID-19 û heft mirinan tomar dike.

Fermandarê COVID-19 yê Victoria, Jeroen Weimar, dibêje di nav kesên mirî de zarokekî 15-salî jî heye, ku ji bilî COVID-19 rewşên tenduristiyê yên din jî hebûn.

Wîlayet nuha zêdetirî 21,600 rewşên çalak hene. Mirinên îro li Victoria jimara miriyan ji dema vê carê vîros derket de digihîne 138.

163 li ICU (lênerîna tîndar) hene ku 160 ji wan li ser oksîcînê ne.

Ji sedî 88.5 -ê kesên ji 16 salî mezintir doza yekem vaksîn wergirtine, û ji sedî 64.3 jî vaksîna duyemîn wergirtine.

Ji bo navendeke vaksînlêdanê ya nêzikî te serî li vaccination centre.

New South Wales 

NSW 319 rewşên herêmî û du mirin tomar kirin. Di serdema raporê de 66,311 test hatin kirin.

Wîlayet nuha ber bi ji sedî 80 ji amanca xwe ya vaksînlêdana ducarî dibe, ku ev ê bibe sedema hêsantirkirina qedexeyan. Tenduristiya NSW eşkere kir ku ji sedî 78.8 ji mirovên 16 salî û mezintir nuha du dozên vaksînê li xwe xistine.

Hevdîtina ji bo vaksînlêdanê li vir çê bike book your vaccine appointment.    

Di 24 demjimêrên dawîn li Australya 
  • ACT 20 rewşên herêmî ragihand, ku di 18 rojan de jimara herî kêm e.
  • Tasmania ti doze nû ya COVID-19 tomar nake. Serokê wîlayetê Peter Gutwein bang li kesên ku di berbendkirinê de ne dike ku rêzikan bişopînin.
  • Queensland ji her kesê ku ji hin deverên Tasmania rêwîtiyê dike, ji 1ê sibê Yekşem 17ê Cotmehê, qedexeyan ferz dike.

Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê

Pêdiviyên karantînê û têstkirina ji hêla hukumetên wîlayet û herêman ve têne bi rêve birin û sepandin:

NSW Travel & transport û Quarantine
VIC Travel permitOverseas travellers û Quarantine
ACT Transport û Quarantine
NT Travel û Quarantine
QLD Travel û Quarantine
SA Travel û Quarantine
TAS Travel û Quarantine
WA Travel û Quarantine

Heke hûn dixwazin biçin dervayî welêt bigerin, hûn dikarin  li ser înternêtê formê tijî bikin û daxwaza serbestberdanê bikin. Click here Ji bo bêtir agahdarî li ser mercên derketina ji Australya. Ji bo firînên navneteweyî tedbîrên demkî hene ku ji hêla hukumetê ve bi rêkûpêk têne nirxandin û li ser malpera Smart Traveller têne nûve kirin.



Serî li Xizmeta Ragihandina Tenduristiya Pirzimanî ya NSW ya wergerandinê bike:

COVID-19 Vaccination Glossary 

Appointment Reminder Tool


Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê

NSW 
Victoria 
Queensland 
South Australia 
ACT 
Western Australia 
Tasmania
Northern Territory 


Agahdariyên peredana karesata Pandemîkê li wîlayet û herêma te: 

NSW 
Victoria 
Queensland 
South Australia 
ACT 
Western Australia 
Tasmania
Northern Territory

This story is also available in other languages.