Celta, krîza dil nîne. Ev rawestandin dema ku xwîn nema biçe mejî pêk dêt û ji nişka ve radiweste. Alîkariya tendirûstiyê ye bi lezgînî pêwîste.
1. Yek di nav shesh Australiyan de ê carekê di jiyana xwe de tûshî celtayê bibe
2.Yek ji sê kesên ku tûshî celtayê dibin di nav salekê de dimrin
3. Celta, jinan ji shêrpenceya memikan zêdetir dikuje û peyan ji shêrpenceya prostatê zêdetir dikuje
4. Ji sedî 20 kesên ku celta bi wan re çê di be jêr temenê 55 salîne
5. Pêkane peya bi temenekî gênc tûshî celtayê bibin
6. Fishar/dexta xûnê yek ji girîngtirîn metirsiya li ser kirîza dil e
Blindbûna fishara xûnê ewe ku dema fishara xûna te 140/90 derbas dike. Jêre tê gotin bilindbûna xûnê. Fishar/dexta xûnê ya normal 120/80.
7. Têsta (fehs) bi LEZ yeke hêsane jibo naskirin û zanîna nîshanên celtayê
Bikar anîna têsta bi LEZ pirskirina van pirsên hêsan hene: Rû – berçavkirina rûyê wan. Ma devê wan sist bûye? Pî – Ma dikarin herdu piyên xwe rakin jor? Axaftin – ma axaftina wan siste? Ma ji te tê dighên? Dem – Dem girînge. Ger tu van nîshanan dibînî yek ser telefone 000 bike.
8. Nîshanên celtayê dikarin li shûnekê xoya bin yan li shûnên zêdetir xoya be
Dikare sê/çar xûlekan dirêj bike yan ta 24 demjimêran û dûre diçe. Dema nîshan di nav 24 demjimêran de diçin, ev jêre tê gotin celteya biçûk yan transient ischaemic attack (TIA).
9. Hin ji îlacên celtayê divê di nav 4.5 demjimêran ji destpêkirina celtayê de werin dayin
10. Dermankirina rewsha awarte girîng e
Eger bi hebûna celtayê hest dikî, pijîshkiya bi lez dikare jiyana te rizgar bike û dikare mêjiyê te ji ziyana mezin û daîmî bi parêze. Pijîshik bi tenê dikare beraya ku te celta girtiye yan na.
Bo zanyariyên zêde biçin malperra Stroke Foundation.
Eger te pêwîstî bi wergêr heye Xizmetgûzariya Wergêriya Telefonî li ser vê jimarê daxwaz bike 13 14 50, zimanê te divêt daxwaz bike û çaverê be li ser xeta telefonê ta ku wergêr bo te peyda dikin.