Coming Up Fri 6:00 PM  AEST
Coming Up Live in 
Live
Kurdish radio

Rêberiya Nishtecêbûnê: 5 rastiyên li ser AMEP

Source: Getty Images

Bernameya Fêrkirina Îngilîzî bo Koçberên Mezin (AMEP) bernameya herî mezine bo nishtecêkirinê li Australya, 500 demjimêr bo fêrbûna zimanî Îngilîzî bo koçberên nuh pêshkêsh dike.

1. Kesên nuh ku bi vîzeya daîmî û hin kesên ku vîzeya katî bi wan re heye maf hene bi xorayî bixûnin.

AMEP bo kesên bi vîzeya daîmî belashe û bo hin kesên bi vîzeya katî temporary visa holders yên asta zimanê wanî Îngilîzî bash nîne belashe.

2. Kesên xwedan vîze divê di nav şeş mehan ji hatina Australya xwe li AMEP qeyd  bikin.

Kesên di bin temenê 18 salîn People under 18  muhlet li nik wan zêdetir heye û xwendekar divê  di nav pênc salan de perwerdeya xwe kuta bikin.

3 Ev kursana beşekin ji Shehadeya netewî ya Devkî û Nivîski ya Îngilîziye.

Çar astên xwendinê hene four levels of study ji destpêkê ta asta navendî.

4. Gelek shêweyên fêrbûnê li gelek shûnan hene

Klasên her-dem, nîv-dem di amadebûna klasan de hene, yan li ser internêtê yan jî mamoste tê mal ji bo fêrkirina xwendekarî  registered service providers ku ev xezmetgûzariya li 250 shûnan li Australya hene.

5. Lênerîna zarokan belashe bo xwendekarên ku zarokên wan di bin temenê çûna xwendegehê de ne

AMEP service providers  Xizmeta AMEP berpirsiyara cêbicêkirina lênêrîna zarokan ya belashe bo xwendekarên ku zarokên wan di bin temenê çûna xwendegehê de ne.