Coming Up Fri 6:00 PM  AEST
Coming Up Live in 
Live
Kurdish radio

(Kurdish Kurmanji) Zanyarî derbarî vîrosa-korona

Source: AAP

SBS ji bo ragihandina pêbawer ya agahdarkirina derbarê COVID-19 bi zimanê te belav dike. Ev berhevokên agahdariyê ji bo civakê agahdar bike.

Li mal bimîn.      Ewle bimîn.      Pêwindîgir bimîn.     Jiyanê biparêze.

 

Hukmeta Australya ji Australiyan daxwaz dike ku li mal bimînin ji bo vîrosa korona belav nebe.

Neteweyî, tenê çar sedem hene ku mirov ji malên xwe derkevin:

  • Ji bor kirrîna xwarinê yan tiştên din yên pêdivî pê hene;              
  • ji bo çûna pizîşk yan karûbarên tenduristiyê;
  • Ji bo werzîşê;
  • Ji bo pêkanîna kar li ser navê kardêrê ku bi karsaziya bingehîn re mijûl e.

Ji bo tevahiya niştecêyan girîng e ku rêzê li Îzolekirin û dûrbûna civakî - û her weha rêkeftinên xwe-îzolekirinên mecbûr ji bo rêwîyên vedigerin welêy.

Her wîlayetek û herêmek ji bo dawiya vê hefteya dirêj pêşniyar û rêzikên xwe hene:

 

COVID-19 çawa belav dibe?

COVID-19 ji mirov derbas e mirov dibe:

  • Pêwendiya nêzîk bi kesan re nebe di heman demê de dema ew kesê enfeksyon hebe yan jî di nav 24 demjimêrên berê de nîşanên vîrosê hebin.
  • Pêwindiyeke nêzik bi kesekî ku vîros girtibe yê ku dikoxwe yan dibênije.
  • Destdana ser tiştên pîsbûyî (wek destikê deriyan yan maseyan) ji koxwik yan bênijandina ji kesekî ku enfeksyon û destê xwe bi dev yan rûyê xwe kiribe.

Nîşanên COVID-19 çine?

Li gor malperra Hukmeta Federal nîşanên vîrosa korona wek kulbûna pişikê (pneumonia) ya sivike.

Nîşanên COVID-19 wek dozên sermaxwarinê û enflûwenzeyê ne:

  • Germbûn
  • Êşa qirikê
  • Koxwik
  • Westabûn
  • Dijwariya neveskişandinê

Ger nîşan li min hebin ez ê çi bikim?

Ger te nîşan di nav 14 rojan de ji gihîştina Australya hebin yan di nav 14 rojan de te pêwindî bi kesekî ku COVID-19 heye kiriye divêt tu bi zûtirîn dem biçî nik pizîşikê xwe.
Telefone pizîşkê xwe bike yan telefone Agahdariya Tendûristiya Vîrosa Korona ya netewî li ser vê jimarê bike 1800 020 080 bike. Bêyî agahdarkirina navenda tendirûstiyê yan nixweşxaneyê derbarî nîşanên nixweşiyê tu nikarî sardana wan bikî.

Berî tu biçî, telefone navenda tendirûstiyê yan nixweşxaneyê bike û ji wan re li ser dîroka rêwitiya xwe yan eger te pêwindî bi kesekî ku COVID-19 re kiriye bêje. Divê tu li mala xwe, li otêlê yan di lênihêrîna tenduristiyê de xwe-tecrîd bikî ta ku rayedarên tenduristiya giştî piştrast bikin ku ji te re ewledar e tu vegerî ser çalakiyên xwe yên gelemper.

Eger te dijwariyên nefeskişandinê hene yan pêdivî bi lezgîniyeke bijîşkî heye telefone 000 bike.

Ma pêdivî heye xwe derheqê Vîrosa Korona de têst bikim?

1- Tu dê werî têstkirin eger:

  •  Di 14 rojên borîn de tu ji derveyî welat vegeriya ye û te tengenefesiya bi tayê yan bêyî tayê peyda dibe.
  • Di 14 rojên borî de te têkiliyeke nêzîk bi kesekî ku doza COVID-19 heye kiriye û te tengenefesiya bi tayê yan bêyî tayê peyda dibe.
  • Kulbûna pişikan (pneumonia) girane û sedemek eşkere nine.
  • Tu karmendê/a lênerîna tendirûstî ku dîrêkt bi nixweşan re didî distînî yan te nixweşiya tengenefesê û germbûnê heye.

2 - Di heman demê de tu dê werî têstkinirn heke te ta girtiye yan iltîhaba sîng heye û yek ji van kategoriyan li te dikeve:

  •  hemî karmendên tenduristiyê
  •  Hemî karmendên lênêrîna kal û pîran
  •  Li deverên ku xeteriya veguheztina civakê lê heye ji hêla tenduristiya gelî yan herêmî ve tête destnîşankirin
  •  li cihê ku veguhastina civakê çênebûye, mîhengên rîskê yên bilind ku du yan çend bûyerên berbiçav ve girêdayî hene, mînak:
  •  lênêrîna îxtiyaran û rûniştvanan
  •  civatên Aboricinî û yên ji Girava Torres Strait
  • navendên binçavkirinê /tesîsên serastkirinê
  • xwendegehên hindurî
  • baregehên leşkerî (tevî keştiyên deryayî) yên ku cîhê rûniştinê têde hene di nav de
  • Kabîneya Neteweyî her weha razî bû ku têstkirin dê were berfirehkirin da ku nexweşên nexweşxaneyan yên ta hene û nîşanên tengenefesiya bê sedem hene, li gorî dermankirina pizîşkê li wir amade ye dê werin têstkirin.
  • Ev pîvanên têstkirinê yên herî kêm in. Wîlayet û herêm xwedî mafin ku têstkirina berfireh cî bi cî bikin.

Vîros çawa tê dermankirin?

Tu dermanekî taybet ji bo vê vîrosê nîne, lê pirraniya nîşanan dikarin bi alîkariya pizîşkî bên îlacikirin. Bandora antîbiyotîkan li dijî vîrosan nîne.

Metirsiya nixweşiyê li ser kê heye?

Dibe ku mirovên enfeksiyon hene qet nexweş nekevin, hinekan dê nîşanên hûrparêzî ji wan re bikin ku ew bi hêsanî baş bibin, yên din pêkan pir nexweş bikevin, û pir zû. Ji tecrûbeyên berê yên din ku bi vîrosa korona ne, mirovên ku herî zêde enfeksiyona cidî hebin evin:

  • Kesên Aboricinî û xelkên ji Girava Torres Strait yên ji 50 salî bi yek yan jî zêdetir rewşên bizîşkî ye kronîk hene.
  •  Kesên 65 salîn û zêdetir yên bi rewşên bizîşkiye kronîk. Rewşên ku bêtir delîl derketin holê dê di pênase "rewşên bijzîşkiye kronîk" de baştir bibin.
  • Mirovên 70 salî û zêde.
  • Mirovên bi pergalên parastinê yên qels.

Tu dê çawa alîkar bî bo COVID-19 belav nebe?

Xwe fêr bike ku tu çawa dest û dema dibênijî/dikoxwî pak bihêlî û dûrî kesên nexweş bimîne ji bo parastina xwe ji vîrosê. Pêwîste tu:Heta ne mecbûr bî ji mala xwe dermekeve

  • Heta ne mecbûr bî ji mala xwe dermekeve.

  • Jihevdûriya civakî ya bi kêmanî 1.5 metro hebe û çavdêriya 4 metro çarkoşe bo 1 kes hebe.

  • Destê xwe bi sabûnê û avê bişoyî, berî xwarinê û li dû xwarinê û piştî çûna tiwalêtê. 
  • Deme dikuxwî yan dibênijî ser devê xwe bigire, kilînêkisê bavêje, û destê xwe bi paqijkereke ku bingeha xwe alkohole bikar bîne.
  • Eger tu nixweşî têkiliyê bi kesan re meke (ji 1.5 mîtro dûrî kesan be).
  • Berpirsiyartiya şexsî bi kar bîne û ta tu dikarî li mal bimîne.

Pêwîste kî were tecrîdkirin?

Hemî mirovên ku ji nîvê şeva 15ê Adara 2020-an hatin Australya, yan difikirin  werin dibe ew bi bûyereke pejirandî ya COVID-19 têkiliyeke nêzîk hebûn, pêdvî heye ku ji bo 14 rojan xwe tecrîd bikin.

Eger tu bi COVID-19 ketiye, girînge ku tu li mal bimînî:

  • Neçî cihên gelemper e wek kar, xwendegeh, navendên bazarê, lênerînên zarokan yan zanîngehan
  • Ji kesekî daxwaz bike ku xwarin û pêdiviyên te ji te re winin û li ber derî bihêlin
  • Bila mêvan neyên mala te – tenê ew kesên li nik te dijîn dikarin werin mal

Jihevdûriya Civakî

Jihevdûriya civakî yek ji rêyên ku belavkirina vîrosên wek ya COVID-19 kêm dike. Herku valayî di nav bera we de hebe ew çêtire.  

Herweha divê destên xwe bi tiştan nekin (wek destikê deriyan yan maseyan) ku mumkîne ew cihana kesekî COVID-19 bi wan re hebe li wir kuxwiya bin yan bênijî bin.

  • Tenê du kes dikarin li cihekî kombibin

Kabîneya Australya ya Netewî beryar da ku tenê du kes dikarin li derve û li hindir kombibin. Ev beryara ji roja Duşemê 30 Adarê cî bi cî bû. Ji xeyncî van rewşan:

•       Kesên ji heman malbatê ku pêkve dijîn;       

•       Marasîma şûna miriyan ku ne zêdeyî 10 kesan be;       

•       Dawet ji 5 kesan ne zêdetir be;      

•       Yekîneyên malbatî.       

Her wîlayetek û herêmek dikare şert û mercên destûrdayînê bicîh bike yan neke. 

  • Li mal bimîne

Rêbernameya tund ya Kabîneya Netewî ku hemî Australî li mal bimînin ji xeynîcî van tiştên li jêr:

•        çûna bazarê, ji bo xwarinê û tiştên pêdivî pê hene;

•        pêdiviya pizîşkî yan tendirûstî;

•        werzêş bi amadebûna ji du kesan zêdetir nebe; 

•        yan jî heke hûn nikarin li mal kar bikin yan bixwînin.

  • Cihên lîskê û yên din  

Kabîneya Netewî beryar da ku hemî cihên lîskê, parkan û cihên werzîşê (gyms) yên giştî bigire. Kampên werzîşê (bootcamps) ji 2 kesan zêdetir nebin.

  • Australiyên temenmezin û ewên pirsgirêkên tendirûstiyê hene 

Kesên temenê wan ji 70 salî zêdetire û Australiyên ku pirsgirêkên tendirûstî hene yan nexweşiyên din hene.

Şîreta Kabîneya Netewî ya tund ewe ku xweîzolekirina li mal ji bo Australiyan divêt:

•        ger temenê te zêdeyî 70 sal e;      

•        ger temenê te zêdeyî 60 sal e û pirsgirêkên te yên tendirûstî hene;     

•        ger tu ji xelkê Australya yê resenî û temenê te ji 50 salî zêdetire û pirsgirêkên te yê tendirûstiyê hene yan nixweşiyên din hene.      

Ma ez dikarim serdana malbat û hevalên di dezgehên îxtiyariyê de bikim?

Derket holê ku her virus li sazûmanên lênêrîna îxtîyaran dibe sedema pirsgirêkên girîng. Lê, COVID-19 ji bo mezinan xeterek tenduristî ya cidî heye. Ji bo ku di lêniherîna îxtîyaran de mirovan biparêzin, qedexe têne danîn. Serdana dezgehên lêniherîna îxtîyaran nekî eger:

  • Tu di nav 14 de rojên dawiyê de ji rêwitiya derve hatiye.
  • Te têkilî bi kesekî ku COVID-19 heye di nav 14 rojan de kiriye,
  • Te germbûn yan nîşanên kulbûna pişikan (wek kuxwik, êşa qirikê, tengenefesî) heye

Ji 1 Gulanê de girînge ku te derziya enflewênze li xwe xistibe eger tu dixwazî serdana dezgeheke lêniherîna îxtîyaran bikî

Ma pêdivî heye ku ez maskeke nişdarî bi kar bînim?

Bi kar anîna maskan di nav civatê de tenê di pêşîlêgirtina kesên ku COVID-19 de heye ji bo vîrosê di nav civatê de belav nekin alîkar e. Heke hûn baş in, hewce nake hûn maskê bi kar bînin, delîlên piçûk hene ku piştgirî dide û civatê bi şêweyeke gelemper diparêze.   

Eger pêwîstî bi tecrîdkirina te heye, pêwîste tu maska nişdariyê (eger li nik te heye) bi kar bînî:

  • Eger tu dixwazî ji mal derkevî çi sedem dibe bila bibe û diçî cihekî gelemper.
  • Tu sardana pizîşik dikî.
  • Te nîşanên nixweşiyê hene û xelk li heman cihî hene.

 Rêwîtiya bo, yan ji nav Australya

Divê Australî hemî rêwîtiya navxweyî ya ne-hewcedar pêk neynin. Wîlayet û navçe dikarin qedexeyên xwe cîh bi cîh bikin, girtina sînoran jî di nav de. Wîlayetên bi tenê ku sînorên xwe ne-girtine Victoria, New South Wales û ACT ne.

Ji 25 Adara 2020 de qedexeya ku Australî biçin dervayê welat dest pê bû, li gel hin bexşandinan.

 Hemwelatiyên Australya, niştecî û endamên malbatê dikarin bên Australya. Ji bo zêdetir agahdarî, serî li Wezareta Karên Navxweyî xîne. https://www.homeaffairs.gov.au/news-media/current-alerts/novel-coronavirus

Divê hemû rêwiyên ku tên Australya ji bo 14 rojan xwe tecrîd bikin, li mal yan jî li otêlê.

Eger rêwî xwe ji bo 14 rojan tecrîd nekin, dibe ku rastî sizeyên cûrbicûr bibn li her Wîlayet û Herêmê.

Ji bo agahdariyê zêde serî li www.smartraveller.gov.au 

Deshilatdarên Australya çawa rê li ber nixweşiyê digirin?

Serok Wezîr ji bo romana Vîrosa Korona (COVID-19) plana bersivdayîna awarte çalak kir Emergency Response Plan for Novel Coronavirus (COVID-19).

Nermîtiya ji bo hin xwedan vîzeyan:    

Xwedan vîzeya geştiyariya kar: Lêborîna ji şeş sînorkirinên kar bi yek kardêr re, heke ew di pîşesaziyeke girîng de kar dike: tenduristî, lênihêrîna îxtiyaran, lênihêrîna kêmendaman, lênihêrîna zarokan, çandinî û xwarin, û heke vîzaya heyî di şeş mehên din de kuta bibe maf heye pêşkêşe yeke din bike.

Beşdarên Bernameya Karker a demsalî û Pêvajoya Kedê ya Pasîfîkê: dê bikaribin vîzeyên xwe heta salekê dirêj bikin.

Xwedan vîzayên demkî yên demkî: heke wan karê xwe wenda kiribe, 60 roj molet heye ku kefîlekî din bibînin yan ji Australya derkevin (heta ku xwediyê wan kefîlin yan jî alîkariya malbatê heye)

Ger ji kar werin rawestandi lê nehatin derxistin, yan jî demjimêrên wan kêm bibin, ev bi binpêkirina rewşa vîzeya wan nayê hesibandin. Ew dikarin di vê sala aborî de bi qasî 10,000  ji fona teqawîta xwe derînin. 

Xwendekarên navnetewî:

-Eger kar dikin ew dikarin bimînin. Heke karek, piştgiriya malbatî yan dravên wan nîne, divê ew ji welêt derkevin.

-Xwendekarên navnetewî yên ku di lênihêrîna îxtîyaran de kar dikin û wekî hemşîre destûr ji wan re tê dayîn ku hefteyê zêdetirî 20 demjimêran kar bikin.

- Ew dikarin diravên teqawîta xwe derînin eger ji 12 mehan zêde li Australya ne.

Geştyar: divê vegerin welatê xwe, nemaze yên bêyî piştgiriya malbatê.

Ji bo agahdariyên zêde derbarî çawa Hukmeta Australya COVID-19 birêve dibe serî li Government response   

Ji bo agahdariyên zêde yên bi zimanî Îngilîzî serî li xîne health.gov.au/news/health-alerts/novel-coronavirus-2019-ncov-health-alert 

 

بۆ زانیاری سه‌باره‌ت به‌ ڤیرووی كۆرۆنا به‌ زاراوه‌ی سۆرانی سه‌ردانی ئێره‌ بكه‌.