Wênegirê Kurd bi 26 wêneyên dîrokî yên bajarên bakurê Kurdistanê beşdarî pêşbirk navneteweyî bû, lê bi wêneya peykerê qiralî yê Komaga ku li bajarê Adiyamanê li ser çiyayê Nemrutê, baştirîn wênegirê salê û wêneya wî wek baştirîn foto hat hilbijartin.
Mehmet Masûm Suer wênegirekî ji bajarê Amadê ye û di pêşbirka Wênekêşiya Dîrokî ya Navneteweyî ya Sala 2021 de di nav 40 wênekêşên cîhanê de wek baştirîn wênegir hat hilbijartin.

Pêşbirk cîhaniye û her sal bi beşdarbûna bi hezaran wênegir li Brîtanya tê lidarxistin û 40 ji wan derbasî qonaxa dawî dibin û ya herî baş tê hildibijartin.
Wênekêşê belgefîlman Mhmet Masûm Suer di sala 1957 an de li bajarê Mêrdînê li bakurê Kurdistanê ji dayik bûye lê ew nuha li Diyarbekir dijî.









