Do you know how many Kurdish speakers are in Australia?

Kurdish & Australian flags

Kurdish & Australian flags Source: SBS

With the assistance of SBS Census Explorer, we were able to analyse the data from the Census 2016 to find out how many Kurdish speakers are in Australia. The data used in this tool was taken from Australia's 2016 Census and was released by the Australian Bureau of Statistics in 2017.


Jimara Kurdî ziman li Australya

 

Census 2016 xoya dike ku li herêma NSW: 2,654 kurdî ziman hene, li VIC 1,604 kurdî ziman hene, li QLD 592 kurdî ziman hene, li South Australia/Bashûrî Australya 754 kesên Kurdîziman hene, Western Austalia/Rojavayê Australya 533 kurdîziman hene, li Tasmania: 19 kes hene, li Northern Territory/Navcheya Bashûrî Australya 4 kurdîziman hene û li Canberra 42 kesên Kurdîziman hene, yanî tevahiya Kurdîzimanan ango kesên bi kurdî li Australya diaxafin 6,199 kesin. Hêjayî gotinê ku di serjimêriya sala 2011 de 4,589 kurdî ziman hebûn, ev jî xoya dike ku jimar bi 1,610 kesan zêde bûye.

Bikaranîna Census Explorer zanyariyên derbarê em kîne û yek ji welatên herî chandpirr li cîhanê ne, em ber bi kuve dichine.

Lêkolîna ji Serjimêriya 2016/Census 2016 ku ji alîyê Bîroya Australya ya Statîstîkê di 2017 de hatiye weshandin de bi kar dihêt.

 

Ziman

 

Derbarê axafitina bi zimanî Kurdî bo peya û jinan di civaka kurd li Australiya de, demografiya herî mezin ya peyayên Kurdî Ziman di navberî temenê 30 û 34 salîn de ye, ji sedî 12.3% ye. Lê jibo jinên kurdî ziman yên di navberî temenê 30 û 34 sal ji sedî 10.5% e. Tevahiya jimara jinên kurdî ziman li Australya ji sedî 44.5% û peya jî ji sedî 55.5% e, eger em bidin hember jimara netewî ya jinan ji sedî 50.7% e û ya peyan sedî 49.3% ye.

Wa xoyaye ku jimara jinên kurdî ziman li Australya kêmtire ji ya peyan. Ji sedî 44.5 ku dike 2,753 ji jinan bi kurdî diaxafin lê jimara peyan ji sedî 55.5% ku dike 3,432 peya.

 

Ol

 

Derbarê olê de Census 2016 xoya dike ku ji sedî 32.6% li Australya bêyî olin.

Lêkolî xoya dike ku kesên Kurdî Ziman yên xwe wek musilman dane nasîn sedî 61.1%.

Zanebûna Îngilîzî

Pirraniya xelkê Australya bi Înglîzî dipeyîvin ku dike ji sedî 77.7%. Lêkolîn bo Kurdî Zimanan xoya dike ku ji sedî 45.6 Îngilîzîya wan gelekî bashe ku di heman demê de ji sedî 4.3 hêch/tew bi Îngilîzî nedizanin.

 

Sala hatinê

 

Pirraniya kesên Kurdî Zimane ku Census 2016 tijî kirin/pirr kirin di sala 2013 de hatine Australya, ku ew jimar dike sedî 2 ji jimara kochberiya wê salê li Australya.

Di 10 salên navberî 2005 û 2015 de, jimara kesên hatin bi 69 ta 108 kesî zêde bûye, ev jî dike ji sedî 56.5% ku ev jî guhertineke mezin di navberî 2005 û 2015. Di heman demê de tevahiya jimara kesên hatinî Australya di wê demê de ji 139,888 kesî bû 255,222, guhertineke bi sedî 121.3 ye.

 

Shûna jidayikbûna dêûbav

 

Derbarî shûna ji jidayikbûna dêûbavan Census 2016 raber dike ku ji sedî 97 ji kesên Kurdî Ziman li dervayê Australya ji dayî bûne, lê ji sedî 0.2 gotin dêûbav li Australya ji dayî bûne. Bi tevahî li Australya ji sedî 47.3 ji dêûbavan li welatekî dervayê Australiya ji dayî bûne.

Census 2016 raber dike ku ji sedî 33.3 ji Kurdî Zimanan li Êraqê ji dayî bûne, sedî 25.4% li Îranê, sedî 3.2% li Sûryê, sedî 6% li Turkiye, sedî 1% li Gurdistanê û sedî 6.7 li Rojhilata Navîn.

 

 

 

 

 

 

Hevwelatiya Australî

 

Derbarê hevwelatiya Australî de Census 2016 xoya dike ku ji sedî 69% ji Kurdî Zimanan hevwelatiyên Australî ne û ji sedî 28.8 ji Kurdî Zimanan hevwelatiya Australî li nik wan nîne. Li gor Census 2016 ji sedî 82.4% ji xelkê Australya bi tevahî hevwelatiya Australî bi wan re heye û ji sedî 10.7 jî hevwelatiya Australî li nik wan nîne.

 

Perwerde

 

Derbarê xwendin û perwerdeyê de serjimêrî Census 2016 raber dike ku li Australya bi tevahî ji sedî 56.8% ji xelkê Australya bekeloriya ango 12 sal xwendegeh kuta kirine.

Serjmêriya 2016 raber dike ku ji sedî 56.2% ji Kurdî Zimanan 12 sal xwendin kuta kirine, ku ev jimara ji sedî 56.8% ji nishtecêyên gîshtî kêmtire.

 

Dahat

 

Derbarî dahatê/income ya peyayên Kurdî Ziman raport raber dike ku dahata peyan heftê di navberî $150 û $299 dolaran de ye, ku di heman demê de ya gelek ji jinên Kurdî Ziman jî mûcheya wane heftane $150 û $299 dolare.

 

Nishtecêbûn

 

Sebaret bi pirraniya kesên Kurdî Zimane li Australya li kur dijîn, raport raber dike ku pirraniya Kurdî Zimanan (0.5%) li devera Liverpool li wîlayeta NSW dijîn û li devera Epping (0.4) li wîlayeta Victoria dijîn.

 

Rewsha civakî û zewac

 

Derbarî rewsha zewac û civakî Census 2016 raber dike ku ji sedî 45.6 ji kurdî zimanan ne zewicîne, ku ev jimar ji sedî 41.9% ji ya tevahiya nishtecêyan bêtire.

Bo zanyarîyên zêdetir derbarî Census 2016 serî li vê malperrê xîne: www.sbs.com.au/news/census-explorer

 

 

 


Share

Follow SBS Kurdish

Download our apps

Listen to our podcasts

Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service

Watch now