Nûvekirina COVID-19: Li NSW, Lismore û Albury ji îroj demjimêr 6 êvarê dikevin berbendkirinê

Ev nûvekirina we ya li ser Vîrosakorona li Australya ji bo 16 Îlonê 2021e.

Albury

The regional LGAs of Lismore and Albury will go into a seven-day lockdown from 6pm tonight, 16 September 2021. Source: AAP Image/Lukas Coch

  • Li NSW, 12 LGA yên herêmî ji qedexeyan derdikevin
  • Victoria sivikkirina hin qedexeyan ragihand
  • ACT alîkariyên piştgiriya COVID-19 berfireh dike
  • Queensland di karantîna mal de dozeke civatê tomar dike

New South Wales
NSW 1,351 rewşên nû yên herêmî û 12 mirinan tomar dike. Ji 12 kesên ku mirî 10 kes vaksîn nebûn e.

Ji îroj demjimêr 6 êvarê, Lismore û Albury dikevin girtina heft rojan piştî ku têstkirinê raber kir ku rewş zêde dibine.

Ji îroj demjimêr 1:00 de, girtin ji bo Bega Valley, Blayney, Bogan, Cabonne, Dungog, Forbes, Muswellbrook, Narrabri, Parkes, Singleton Snowy Monaro û Upper Hunter Shire dest pê dike.

Îro hevdîtina vaksînlêdanê çê bike book your vaccine appointment 

Victoria

Victoria 514 rewşên nû yên herêmî tomar kirin û jimara giştî ya rewşên çalak gihîştiye 4,370.

Ji ber ku Victoria dê îroj bigihîje ji sedî 70 ji amanca yekem-doz, some restrictions will ease hin qedexe dê ji nîvê şeva Îniynê, 17ê Îlonê, li Greater Melbourne û herêma Victoria sivik bibin.

Niştecîhên bi tevahî vaksînlêdane dê bêne destûr kirin ku bi komên ji pênc kesan li derve kom bibin, ku di heman demê de kesên nevaksînkirî yan yek vaksîn lê dane dê bi komên du kesî re were sînorkirin. Lê, derketina ji bo bazarê û werzîşê dê ji 5km bibe 10km.

Navendeke vaksînlêdanê li nêzikî xwe bibîn vaccination centre 

Australian Capital Territory
Herêmê 15 dozên nû yên herêmî tomar kir ku bi kêmanî heyşt kes dema bi enfeksiyonê di na civakê de bûn.

Hukumeta Commonwealth û ya ACT, Bexşên Desteka Karsazan ya COVID-19 û li hev kirin ku dabînkirina Geştiyariya COVID-19 zêde bikin, Huner, Çalakî û Mêvanperweriyê. Kargeh dikarin agahîyên zêdetir peyda bikin û ji bo bexşan serlêdana vir bikin here

Hevdîtina vaksînlêdanê çê bike book your COVID-19 vaccination.                                                                                              

Last 24 hours around Australia
  • Herêma Bakur, armanc dike ku ji sedî 80ê ji niştecihên xwe heta destpêka Mijdarê bi temamî vaksîn bike.
Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê
Pêdiviyên karantînê û têstkirina ji hêla hukumetên wîlayet û herêman ve têne bi rêve birin û sepandin:

Heke hûn dixwazin biçin dervayî welêt bigerin, hûn dikarin  li ser înternêtê formê tijî bikin û daxwaza serbestberdanê bikin. Click here Ji bo bêtir agahdarî li ser mercên derketina ji Australya. Ji bo firînên navneteweyî tedbîrên demkî hene ku ji hêla hukumetê ve bi rêkûpêk têne nirxandin û li ser malpera Smart Traveller têne nûve kirin.



Serî li Xizmeta Ragihandina Tenduristiya Pirzimanî ya NSW ya wergerandinê bike:


Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê
NSW 
ACT 

Agahdariyên peredana karesata Pandemîkê li wîlayet û herêma te:
NSW 
ACT 

Share

Published


Share this with family and friends


Follow SBS Kurdish

Download our apps
SBS Audio
SBS On Demand

Listen to our podcasts
Independent news and stories connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians.
Innovative approaches for addressing the challenges of language as the only identity tool Kurds have.
Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS
SBS World News

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service