Nûvekirina COVID-19: Li NSW, qedexeyên li Orange û Glen Innes kuta dibin, Victoria tomara rewşa rojane dişikîne

Ev nûvekirina we ya li ser Vîrosakorona li Australya ji bo 23 Îlona 2021e.

Protesters are seen at a demonstration against mandatory Covid-19 vaccinations and a two week shutdown of the construction industry at the Shrine of Remembrance in Melbourne, Wednesday, September 22, 2021.  (AAP Image/James Ross) NO ARCHIVING

Protesters are seen at a demonstration against mandatory vaccinations and the construction industry shutdown in Melbourne, Source: AAP/James Ross

  • Li bakurê NSW, ji niştecîhên Grafton tê xwestin ku bêne têstkirin
  • Victoria nuha 6,666 rewşên çalak hene
  • ACT dikeve hefteya heftemîn ta qedexeyan
  • Queensland rewşeke nû di karantîna li mal tomar dike

New South Wales
NSW 1,063 rewşên nû yên herêmî û şeş mirinan tomar dike.

Herêmên rêveberiya herêmî yên Orange û Glen Innes dê îro ji de ji qedexeyan derkevin, dema ku Narromine dê roja Şemiyê, 25ê Îlonê derkeve.

Parçeyên vîrosê di nimûneyên ji pîsavên Grafton li bakurê NSW, ku tê de rewşên naskirî tunenin, hatin dîtin.

Îro hevdîtina vaksînlêdanê çê bike book your vaccine appointment.

Victoria

Victoria 766 rewşên nû yên herêmî tomar kir, jimara herî bilind cerku pandîmeyê dest pêkiriye. Çar kes mirine.

Zêdetirî 100,000 mamosteyên li wîlayetê, digel karmendên lênerîna zarokan, ji wan tê xwestin ku heya 18ê Cotmehê bi kêmanî yek doz vaksîn li xwexin û pêdivî ye ku heya 29ê Mijdarê bi tevahî bêne vakslînkirin, ji bilî kesên pirsgirêka bijîşkî hene.

Rûniştvanên ji Victoria ku li Sydney dimînin ku bi tevahî vaksîn bûne dikarin ji 30î Îonê de vegerin mal. Pêdivî ye ku têstên neyînî yên COVID-19 ne ji 72 demjimêran zêdetir kiribin û 14 rojan di xwe-îzolkirinê bin, ku ew dikare li mala xwe bikin.

Navendeke vaksînlêdanê li nêzikî xwe bibîn vaccination centre

Herêma Paytext ya Australya

Herêmê 16 rewşên nû yên herêmî tomar kirin, ku jimara dozên çalak digihêje 674.

Niştecîhên di navbera 12 û 59 salî de dikarin ji îro pê ve bi rêya dermanxaneya xwe ya herêmî vaksîna Moderna werbigirin.

Hevdîtina vaksînlêdanê çê bike book your COVID-19 vaccination.                    

24 demjimêrên dawîn li Australya

Wezîrê Tûrîzmê yê Federal Dan Tehan dibêje ku hukumet sîstêmên xwe amade dike, di nav de pasaportên vaksînlêdanê jî hene, da ku destûr bide rêwîtiya navneteweyî "herî dereng heya Krîsmes" bêyî karantîneke mecbûr ya otêlê.
Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê
Pêdiviyên karantînê û têstkirina ji hêla hukumetên wîlayet û herêman ve têne bi rêve birin û sepandin:

Heke hûn dixwazin biçin dervayî welêt bigerin, hûn dikarin  li ser înternêtê formê tijî bikin û daxwaza serbestberdanê bikin. Click here Ji bo bêtir agahdarî li ser mercên derketina ji Australya. Ji bo firînên navneteweyî tedbîrên demkî hene ku ji hêla hukumetê ve bi rêkûpêk têne nirxandin û li ser malpera Smart Traveller têne nûve kirin.



Serî li Xizmeta Ragihandina Tenduristiya Pirzimanî ya NSW ya wergerandinê bike:


Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê
NSW 
ACT 

Agahdariyên peredana karesata Pandemîkê li wîlayet û herêma te:
NSW 
ACT 

Share

Published

By SBS/ALC Content
Source: SBS

Share this with family and friends


Follow SBS Kurdish

Download our apps
SBS Audio
SBS On Demand

Listen to our podcasts
Independent news and stories connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians.
Innovative approaches for addressing the challenges of language as the only identity tool Kurds have.
Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS
SBS World News

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service
Nûvekirina COVID-19: Li NSW, qedexeyên li Orange û Glen Innes kuta dibin, Victoria tomara rewşa rojane dişikîne | SBS Kurdish