Nûvekirina COVID-19: NSW ji civakên Resen re kampîna vaksînên COVID bi rê dixe, û Victoria tomareke nû ya COVID-19 tomar dike

Ev nûvekirina we ya li ser Vîrosakorona li Australya ji bo 18 Îlonê 2021e.

Sydney Indigenous COVID vaccination

Australian Wiradjuri elder and Indigenous rights activist Aunty Jenny Munro gestures after receiving a Covid-19 vaccine at a pop-up vaccination clinic... Source: AAP/Dan Himbrechts

  • NSW ji bo civakên Resen li seranserê wîlayetê kampîna vaksînlêdana COVID-ê bi rê dixe.
  • Veguhestina giştî ya navenda Melbourne şeş demjimêran rawestiya
  • Yekem dozên vaksînaa Moderna gihîşt Australya
  • Queensland digihîje qonaxeke ji sedî 40 bi tevahî vaksîn bûne

New South Wales

NSW 1,331 rewşên herêmî û şeş mirin tomar kirin. Heya nuha 1,219 rewşên COVID-19 ketine nexweşxaneyê.

Dr Jeremy McAnulty ji Tenduristiya NSW ragihand ku ji sedî 81.2 ji niştecihên guncaw dozeke vaksînlêdanê wergirtine, û ji sedî 50.6 bi tevahî vaksîn bûne.

Tenduristiya New South Wales vê dawiya hefteyê ji bo civakên Resen li seranserê wîlayetê kampîna vaksînlêdana COVID bi rê xist. Klînîk vaksînên Pfizer didin xelkê Resen yên ji 12 salî û mezintir.

 Îro hevdîtina vaksînlêdanê çê bike book your vaccine appointment 

Victoria

Victoria 535 rewşên nû yê herêmî û mirîyek tomar kir. Ji wan, 62 heya niha bi doz û derketinên naskirî ve hatine girêdan.

Veguhestina giştî ya navenda Melbourne CBD şeş demjimêran tê sekinandin bi mebesta têkbirina xwenîşandanên dijî-qedexeyên plansazkirî. Beşê Veguhestina Victoria hişyar kir ku tenê karkerên bingehîn û kesên ku beşdarî serlêdanên vaksînlêdanê dibin dikarin biçin navenda bajêr CBD.

Navendeke vaksînlêdanê li nêzikî xwe bibîn vaccination centre 

Di 24 demjimêrên dawîn li Australya de

ACT 15 rewşên nû tomar kirin, bi kêmanî heft ji wan demekê di civakê de bûn.

Queensland gihîştiye qonaxeke vaksînlêdanê ku ji sedî 40.54 ji niştecîhên guncaw niha bi tevahî vaksînkirîne.

Yekem barê vaksîna Moderna gihîşt Australya, ku tê payîn mîlyonek vaksîn ji dawiya vê hefteyê bighêjin welêt.

Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê

Pêdiviyên karantînê û têstkirina ji hêla hukumetên wîlayet û herêman ve têne bi rêve birin û sepandin:

NSW Travel & transport û Quarantine

VIC Travel permitOverseas travellers û Quarantine

ACT Transport û Quarantine

NT Travel û Quarantine

QLD Travel û Quarantine

SA Travel û Quarantine

TAS Travel û Quarantine

WA Travel û Quarantine

Heke hûn dixwazin biçin dervayî welêt bigerin, hûn dikarin  li ser înternêtê formê tijî bikin û daxwaza serbestberdanê bikin. Click here Ji bo bêtir agahdarî li ser mercên derketina ji Australya. Ji bo firînên navneteweyî tedbîrên demkî hene ku ji hêla hukumetê ve bi rêkûpêk têne nirxandin û li ser malpera Smart Traveller têne nûve kirin.


Serî li Xizmeta Ragihandina Tenduristiya Pirzimanî ya NSW ya wergerandinê bike:

COVID-19 Vaccination Glossary 

Appointment Reminder Tool


Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê

NSW 

Victoria 

Queensland 

South Australia 

ACT 

Western Australia 

Tasmania

Northern Territory 


Agahdariyên peredana karesata Pandemîkê li wîlayet û herêma te:

NSW 

Victoria 

Queensland 

South Australia 

ACT 

Western Australia 

Tasmania
Northern Territory


Share

3 min read

Published

By SBS/ALC Content

Source: SBS




Share this with family and friends


Follow SBS Kurdish

Download our apps

Listen to our podcasts

Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service

Watch now