Nûkirina COVID-19: Victoria herêmîn dikeve nav girtinê, NSW 825 dozên nû yên COVID-19 tomar dike

Ev nûkirin derbarê vîrosakorona li Australya ji bo 21 Tebaxa 2021.

NSW Police conduct an operation in an attempt to head off an anti-lockdown protest in Sydney, Saturday, August 21, 2021.

NSW Police conduct an operation in an attempt to head off an anti-lockdown protest in Sydney. Source: AAP Image /Dan Himbrechts

  • Victoria 61 dozên nû yên herêmî tomar dike, tevahiya wîlayetê nuha di nav girtinê de ye
  • NSW ji destpêka pandemiyê vir ve tomara herî bilind ya dozan tomar dike
  • Queensland rojeke din ya dozên herêmiye sifir tomar dike
  • ACT heşt dozên nû tomar dike, yek jî di nav civakê de di dema enfeksiyonê de

New South Wales

New South Wales di dozên COVID -19 yên herêmî de 825 enfeksiyonan û sê kesên mirî tomar kir - zilamekî ne - vaksînkirî di salên 90 -an de, zilamekî di salên 80an de ku bi tevahî vaksînkirî bû û jinek 90 -salî, ku yek vaksîn wergirtibû jiyan ji dest dan.

Polîsê NSW 1,500 polîs wezîfedar kirin da ku piştrast bikin protestoyên dijî-girtinê vê êvarê çênabin. Trên ji rawestekên trenan yên sereke yên li Sydney nasekinin û taksî û operatorên rêwîtiyê li Navenda Bajêr (CBD) qedexe ne.

Hevdîtinên vaksînlêdanên COVID-19 yên Pfizer vaccination appointments ji bo kesên16 heta 39 salî yên ku li herêmên rêveberiya herêmî yên bi xem dijîn dikarin werbigirin.

Victoria

Victoria 61 dozên covid-19 yên ku li herêmî tomar kir, 39 kes di dema bi enfeksîyonê bûn di nav civakê da bûn.

Li Victoria Herêmîn hejmareke ji dozên hat tespîtkirin. Ji ber vê yekê, îro ji saet 1:00 paş nîvro û pê ve, hemû Victoria kete nav berbendkirinê.  

Qanûnên ji bo herêmên herêmî dê wekî yên Greater Melbourne bin, ji bilî şertên qedexeya derketina kolanan ku nuha ji bo Victoria herêmî nayên sepandin.

Lîsteya cihên pêketî list of exposure sites û lîsteya navendên vaksînlêdanê  list of vaccination centres.

24 demjimêrên dawîn li seranserî Australya

  • ACT heşt dozên nû yên COVID-19 ye herêmî tomar kir û plan dike ku berî dawiya salê ciwanên temenê wan 12 salî jî di nav de bên vaksînkirin.
  • Queensland rojek din bi sifir dozên COVID-19 tomar kir û rayedaran banga kesên16 salî û jor ve kir ku bên vaksînkirin.
alc covid mental health
Source: ALC
Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê
Pêdiviyên karantînê û têstkirina ji hêla hukumetên wîlayet û herêman ve têne bi rêve birin û sepandin:

Heke hûn dixwazin biçin dervayî welêt bigerin, hûn dikarin  li ser înternêtê formê tijî bikin û daxwaza serbestberdanê bikin. Click here Ji bo bêtir agahdarî li ser mercên derketina ji Australya. Ji bo firînên navneteweyî tedbîrên demkî hene ku ji hêla hukumetê ve bi rêkûpêk têne nirxandin û li ser malpera Smart Traveller têne nûve kirin.



Serî li Xizmeta Ragihandina Tenduristiya Pirzimanî ya NSW ya wergerandinê bike:

 


Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê
NSW 
ACT 
 


Agahdariyên peredana karesata Pandemîkê li wîlayet û herêma te:
NSW 
ACT 

Share

Published

Updated

By SBS/ALC Content
Source: SBS

Share this with family and friends


Follow SBS Kurdish

Download our apps
SBS Audio
SBS On Demand

Listen to our podcasts
Independent news and stories connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians.
Innovative approaches for addressing the challenges of language as the only identity tool Kurds have.
Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS
SBS World News

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service