Cihên werzîşê (gym) hemî girtîne, lê baxçe (park) hîn verkirî ne. Destûr ji werzîşvanên taybet re heye, lê tenê ji bo werzîşa bo du kesan. Cihên avjiniyê (swimming pools) yên gelemper hemî girtîne, lê kilûbên werzîşa golf hîn vekirî ne (li pirraniya wîlayetan). Hin pilaj (beach) girtîne, lê ne hemî.
Eger tu li ser qedexeyên werzîşên di dema vîrosa korona de tevlehevî, tu ne bi tenêyî. Gelek tişt di meha dawîn de hatin guhêrandin.
John Salter, xwediyê hevbeş yê PLC Gym li bakur-rojavayî Sydney ji Nûçeyên SBS re got, “bi texmîna min di 23 Adarê de name ji me re hat ku em cihê werzîşê bigirin. Em ji 500 endamî daketin 100î, dûre 25, dûre deh, û nuha du kesan.”
Rêwerzên fermi çi ne?
Niha, yek îstîsna ji şîreta hukûmeta Australya ji bo vîrosa korona belav nebe ewe mayîna li mal e "derketina ji bo werzîşa bi tenê ye, yan bi kesekî din re ye."
Heke tu bi kesekî ji xeynce endamê malbata xwe reyî, wekî perwerdekarê werzîşî yê taybet, daxwazên dûrketina civakî divên.
"Ji Australiyan re destûr heye ku ji bo tiştên bingehîn ji mal derkevin, wek werzîşkirina li cîhekî gelemperî mîna parkê, bi sînorkirina ji bo du kesan," li gor gotina malperra Wezareta Tenduristî ya hukmetê.
Ev tê wê wateyê ku mirov bo nimûne, ji mal derkevin da biçin rêwîtiya ber avê ji bo werzîşê bikin, yan jî bi hevalên xwe re li parkekê li hev bicivin.
Îstîsnaya ji rêzikê
Tev ku gym û cihên avjiniyê girtîne, klûbên golf yek ji cihên werzîşê yên vekirî ne li gelek wîlayetan-û hemî jî divê dûrbûna civakî cî bi cî bikin.
Lîstikvan tenê dikarin bi cot bin, û tenê yek kes dikare di otombêla golf de be.
Aaron Vatner, Rêvebirê Giştî yê Klûba Chatswood ya Golf li Sydney, dibêje klûb neçar ma ku operasyonên xwe biguhêre da ku xelk bi berdewamî bêt.
“Şêweya ku çawa xelk li parka golf be hat guhêrandin,” wî got.
“Em hin caran di bin gelek fişar de ne ji bo her kesî razî bikin, lê em wan bicîh dikin û guhêrandinan pêk tînin, û em piştrast dikin ku xelk ne bi koman be."
Lê di heman demê de klûbên golf li Victoria girtîna, din bin asta sê ya qedexeyên wîlayetê de.

Source: Facebook
Hûn dikarin çawa çalak bimînin?
Birêz Salter dibêje, tev ku gelek kes ji mal kar dikin, livandin, bi gelemperî, nizim e.
“Ez dibêjim ku laşekî tendurist li dijî her vîrusê ye, û ne tenê COVID-19," wî got. “Girînge ku ev asta tendurist berdewam bike."
“Tiştekî tenê xoya ye ku asta werzîşa rojane gelekî nizim bûye. Şêweyeke gelekî hêsan ku mirov lê binêre ev e ku mirov bimeşe, "wî got.

John Salter, proprietário de uma academia em Sydney, treina em sua casa. Source: Supplied
“karmendekî/e li nivîsgehê, bo nimûne, ku heftê çar pênc caran diçû gym, rojê 8,000 ta 12,000 gav davîtin.”
“De îcar tu wê yekê bi cîh nekî, xelk nuha tenê rojê 2,000 ta 4,000 gavan davêje, eger ew werzîşê nekin.”
Ders û amûrên li ser internet çawa ne?
Berêz Salter, û mişteriyên xwe ne çar man û rahatin.
Niha Gym bi riya vîdyoyê dersên werzîşê dide, û hem jî civînên li ser internetê jî pêk tînin, û her yek jî berpirsiyarê werzîşa xwe ye.
Berêz Salter dibêje hewca nake tişt komplêks bin.

Online exercise is the new norm (Supplied) Source: Supplied
“bi tenê pêwistiya te bi cihekî heye ku tu xwe li ser erdê pal bidî heye,” wî got.
"Tiştên me hemî li ser giraniya laş e û înternetê bixwe tijî çavkaniyên belaş e ji bo werzişên laş.”

Çi di derbarê tenduristiya derûnî de heye?
Mayîna fîzîkî jî ji bo başiya giyanî guncave.
Derûnnas Dr Aliza Werner-Seidler, ji Enstîtûya Black Dog got: "Ya ku em zanin ev e ku çi werzîş dibe bila bibe, berjewendiya xwe heye, ew jî dikare meş be, ku ew dikare rê li pêşiya diltengiyê bigire."
Image
“Her kes dikare bo 20 xûlekan biçe werzîşê, heftê sê carn, bimeşe ku feydeya xwe gelekî ji bo rewşa derûnî heye.
"Ji wê perspektîvê ve, mêjiyê te saxlem û tendurist dimîne, ne tenê laş.”
"Hinek kes wê yekê wekî pênasînkirina mêjî radizînin, loma jî heke tiştek hebe ku hûn rojê nîv saetekê bikin ... wek kirina medîtesyona nefesê ya ku hûn hêdî hêdî dikin û li ser giyanê xwe mijûl dibin," wê got.
"Ew ji we re dibe alîkar ku hûn bala xwe bidin ser qewet û tiştê ku hûn dikin, û dema ku hûn wê yekê dikin, hûn xemên xwe ji bîr dikin."
Daîreya Tendirûstiyê şîret dike ku yên ji ber COVID-19 hest bi xem û diltengiyê dikin biçin malperra Head to Health's COVID‑19 support page ji bo piştvaniyê.
Xelkê li Australya divê mîtro û nîvekê (1.5) ji hev dûr bin ji xeyncî endamên malbata te.
Eger tu bawer dikî te vîrosa korona girtiye, telefone doxtorê xwe bike (meçe wir) yan pêwindiyê bi Agahdariya Tenduristiya Vîrosa Korona ya netewî bike li ser 1800 020 080.
Eger te pirsgirêkên kişandina nefesê hene yan rastî dijwariyên tenduristî dibî telefone xeta lezgîn 000 bike. SBS agahdariyên ji bo Civakên pirçand e li Australya derbarî geşedanên herî dawî sebaret bi Vîrosa Korona dide.