Çawa di hilbijartina 2023 ya NSW de deng bidî

Hilbijêrên mafdar e li New South Wales dê roja Şemiyê 25ê Adarê biçin ser sindoqan da ku nûnerên xwe ji bo parlemanê hilbijêrin. Dengdan ji bo her kesê di lîsteya hilbijartinê de mecbûrî ye.

ELECTION22 REID

More than 5.4 million people are eligible to vote in NSW. Source: AAP / DEAN LEWINS/AAPIMAGE

Key Points
  • Li NSW, kesên ku mafê dengdanê hene, divê di hemî hilbijartinên federal û wîlayetan de, û hem jî di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de xwe qeyd bikin û deng bidin.
  • Ji bilî Îngilîzî, Komîsyona Hilbijartinê ya NSW bi zêdetirî 20 zimanan derbarê hilbijartinan de agahdarî dide.
  • Sîstêma dengdana serhêl ya iVote dê di vê hilbijartinê de neyê bikar anîn.
Bi serokatiya serokê niha Dominic Perrottet, hukumeta Kwalisyonê hewl dide ku çaremîn car li pey hev bi serkeve.

Dijberê sereke yê birêz Perrottet ji bo karê herî bilind rêberê partiya Kar yê NSW Chris Minns e, ku dê dengdana xwe ya yekem bike piştî ku wî di Hezîrana 2021an de desthilatdariya partiyê wergirt.

Parlemana NSW sîstêmeke 'bicameral' yan 'du malî' bikar tîne, ku ji Encûmena Jêrîn (lower house) û Encûmena Jorîn (lower house) pêk tê.

Hilbijartina wîlayetê dê li her 93 herêmên hilbijartinê 93 state electoral districts endamek ji bo nûnertiya wan di Encûmena Jêrîn de hilbijêrin.

Encûmena Jêrin ji 42 endaman pêk tê, û di her hilbijartineke wîlayetê de 21 endam têne hilbijartin ku di du dewreyên parlemanê de kar dikin - ango herî zêde heşt salan.

Ger rewş ji bo dengdêrekî/ê dijwar be ku dengê xwe bi xwe bidin, dibe ku mafdar bin ku pêşkêşe dengdana bi posteyê bikin apply for a postal vote.

Dengdana bi posteyê divê ji hêla Komîsyona Hilbijartinê ya NSW ve di 20ê Adarê de demjimêr 17:00 were wergirtin.

Pêdivî ye ku dengdanên temamkirî û dengdanên bi posteyê ji hêla Komîsyona Hilbijartinê ya NSW ve herî dereng di 6ê Nîsanê demjimêr 6:00 êvarê de werin wergirtin no later than 6pm on April 6.
NSW LABOR POLICE KEY ELECTION ASKS
Chris Minns took on the NSW Labor leadership in June 2021. Source: AAP / BIANCA DE MARCHI/AAPIMAGE
iVote, sîstêma dengdana serhêl, dê di vê hilbijartinê de neyê bikar anîn.

Dengdana di roja hilbijartinê de - 25î Adarê

Zêdetirî 2450 navendên dengdanê dê li kenîse, xwendegehan, navendên civakê, û cihên din yên li seranserê NSW bêne damezrandin.

Ev navendana wê rojê ji dmjimêr 08.00 sibehê heta 06.00 êvarê vekirîne.

Hûrgiliyên li ser cihê dengdanê dikarin li ser malpera NSW Electoral Commission website bên dîtin.

Dema têketina navendeke dengdanê, karmend dê ji dengdêr nav û navnîşana wan, hilbijêrên wan û eger berê di hilbijartinê de deng dane bipirsîn.

Piştî ku hûrgulî hatin piştrast kirin, dê kaxeza dengdanê bidin wan.

Ger karmend nikaribin hûrguliyên dengdêr li ser lîsteya hilbijartinê bibînin, divê ew kaxeza dengdana danezanê declaration vote temam bikin.
NSW Premier Dominic Perrottet
NSW Premier Dominic Perrottet. Source: AAP / Bianca De Marchi

Dengdan îcbariye

Li NSW, ji dengdêrên mafdar û qeydkirî tê xwestin ku di hemî hilbijartinên federal, wîlayet û şaredariyan de deng bidin.

Kesên ku vê yekê nekin, dibe ku ceza were dayîn penalty.

Dengdana eger bêmal, seqet, navdewletî yan li derveyî welat bî

Hemwelatiyên li NSW yên ku navnîşana wan ya sabît tune, di xaniyên krîzê de yan xaniyên veguhêz de dijîn dê dîsa jî divê xwe qeyd bikin û deng bidin Citizens in NSW who have no fixed address, live in crisis accommodation or transitional housing.

Ger kesên di van kategoriyan de nikaribin deng bidin, ew nayên cezakirin.

Ger dengdêrên kêmendam with a disability hewceya alîkariyê bin, ew dikarin kesekî yan xizmekî ku dikare alîkariya wan ji bo tijikirina kaxeza dengdanê bike bi xwe re bibe.

Ger dengdana bi kesane dijwar be, ew dikarin dengdana pêşwext, dengdana bi posteyê, yan jî dengdana bi têlefonê hilbijêrin.

Ger dengdêrek interstate dervayî wîlayetê be, ew dikarin bi kesane li navendeke dengdana pêşwext early voting centre yan dengdana bi postê deng bidin.

Dengdêrên ku li NSW qeydkirî ne, lê di dema hilbijartinê de li derveyî welat dijîn yan di betlaneyê de ne living or on holiday overseas, pêdivî ye ku bi posteyê deng bidin.

Agahdarî bi gelek zimanan

Komîsyona Hilbijartinê ya NSW li ser çawaniya qeydkirin û dengdanê, û li ser berendaman bi 25 zimanan, di nav de Îngilîzî, agahdarî dide 25 languages, including English.

Karmendên wergêr yan jî dilxwaz dê li cihê dengdana pêşwext û roja hilbijartinan hebin û nîşanên bi kîjan zimanan dikarin alîkariyê bikin.

Komîsyon ji bo zimanên ku di lîsteyê de cih nagirin, xizmeta wergêra telefonê ya belaş pêşkêşî dike.

Karmendên hilbijartinê dikarin hilbijêran bi Xizmeta Werger û Wergerandinê (TIS National) ve girêbidin, ger li navenda dengdanê pêdiviya wan bi piştgiriya zimanî ya zêde hebe.

Ji bo kêmkirina metirsiya agahdariya derewîn ya derbarê hilbijartinên ku di nav civakê de belav dibin, Komîsyona Hilbijartinê ya NSW Disinformation Register dimeşîne da ku daxuyaniyên xapînok û derewîn yên derbarê pêvajoya hilbijartinê de bişopîne û red bike.

Ji bo bêtir agadarî derbarê çawa deng bidî serî li malperra elections.nsw.gov.au xîne yan telefone 1300 135 736 bike

Share

Published

By Nikki Alfonso-Gregorio
Presented by Mayada Kordy Khalil
Source: SBS

Share this with family and friends


Follow SBS Kurdish

Download our apps
SBS Audio
SBS On Demand

Listen to our podcasts
Independent news and stories connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians.
Innovative approaches for addressing the challenges of language as the only identity tool Kurds have.
Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS
SBS World News

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service
Çawa di hilbijartina 2023 ya NSW de deng bidî | SBS Kurdish