Jiyana min e xulamî di destê DAISH de: ‘Ew wehsh bûn’

Penabera Êzîdî Delal jiyaneke nuh bo xwe û zarokên xwe li Australya dest pê dike pishtî ku 2 salan di destê DAISH de girtî bû.

"Delal"

Source: SBS

Dema mirovekî bi rîh li ser taxên bajarê deryayî yê li Australya dibîne tirs dikeve dilê *Delal* ê û yên ew dîl girtî tên bîra wê ku wan jê re gotibû dê Êzîdiyan ji rûyê erdê rakin.

“Wan ji me re gotin em kude biçin ê bi shopa me din,” wê got e SBS News. “Gelek mirovên bi rîh li Australya hene û dema ez wan dibînim tirs dikeve dilê min. Ew bi bîra min dihên.”

Delal yek ji bi sedan Êzîdiyên ku jiyaneke nuh bo xwe li Australya ava dikine pishtî tracîdiya 2014 dema DAISH êrîshe Shingalê kir û xwest wan ji rûyê erdê rake.

Jina 31 salîn yek ji 7,000 Êzîdiyên ku di destê DAISH de girtî bû û di navbera çetayan de dihat firotin, lêdan yan tecawizkirin li wan dibû dema DAISH kete Shingalê li Kurdistana Îraqê.

Ew kesana ne însan bûn,” wê got. Ew wehsh bûn.

Delal jî di destê DAISH de girtî bû û dixwaze çîroka xwe bide nasîn ku wan çi anî sere wê û zarokên wê.

Ta nuha 40 endam ji malbata wê hîn girtîne – zilamê wê jî di nav de. Li gor texmînan 3,100 Êzîdî bi destê DAISH hatine kushtine û hin ji wan sûtandine.

Delal dibêje, di destpêkê ew û zarokên xwe bo 9 mehan li cem hevbûn, dema DAISH bi zorê ew kirine Îslam. Dora 300 peya û 400 zarok birin, 600 jin û keçikên mayî kirin du girûpan.

“wan bi qundaxa tifingên xwe li me dixistin, pîn li me dixistin, guhiyên jinan kash dikirn, li jinan dixistin. Destûpî dishkênandin. Ew bi zorê dixistin nav otomobêlan. Hemî ji hevûdin cûda kirin.”

“Tishtê li me bûyî, em tu carî ji bîr nakin. Ji ber çavênn me naçên.”

Delal dibêje, ji ber ku zarokên wê nixwesh bûn, her sê zarokên wê li nik wê ma bûn. Herweha dema Delal hat girtin ew bi du canan bû û keça xwe di zindanên DAISH li Reqayê di rewsheke dijwar de ji dayî bû.

Dûre ew hatibû rêkirin bo mezateke mîlîtanên DAISH ya ku jinên Êzîdî û Xiristiyan têde dihatin firotin.

“Ez û zarokên xwe bi $45 Amerîkî hatin frotin,” wê gote SBS News.

Hin kes bi $37 dihatin firotin. Hin bi $19 û hinek jî bi $30 dihatin firotin.

Delalê gelek ezyet û îshkence di bin destê DAISH de dît. Herweha herdu kurên wê jî, ku wê demê yek 5 salîn bû û yê din jî 7 salî bû shesh mehan di kempa DAISHe leshkerî da bûn. Rewsha wan ya derûnî gelekî xirab  bû.

Delal dibêje 5 xûshkên wê li nik DAISH girtîbûn, 4 reviyan û xûshka wê ya 13 salîn hîn di destê DAISH de girtiye.

Delal dibêje ew hêvî dike ku malbata wê ya mayî, tev her çar xûshkên wê werin Australya ku ew nuha di kempên penaberan de ne. Xushka wê ya 13 salîn hîn girtiye. Zarokên wê herdem ji bo bavê xwe digirîn û daxwaza wî dikin.

“Ez herdem hêviyê didim wan û dibêjim ê bavê we were”.

*Delal ne navê raste*

Ji bo xwendina tevahiya gotara bi Îngilîzî serî li malperra li jêr xîne…


Share

Published

Updated

By Mayada Kordy Khalil, Leesha McKenny
Source: SBS

Share this with family and friends


Follow SBS Kurdish

Download our apps
SBS Audio
SBS On Demand

Listen to our podcasts
Independent news and stories connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians.
Innovative approaches for addressing the challenges of language as the only identity tool Kurds have.
Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS
SBS World News

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service
Jiyana min e xulamî di destê DAISH de: ‘Ew wehsh bûn’ | SBS Kurdish