Reftarên xwarinê bo ciwanan bûne pirsgirêke

Lêkolîneke nû raber dike ku hejmarek ji ciwanan ramanên nerênî li ser qeleqiyê wergirtine û chalakiyên dramatîk ji bo kontrolkirinê pêk tînin. Lêkolor dibêjin ew di xemgîniyê de ne ji bo xwarina kesên ciwan ku pirsgirêk di siberojê de bo wan peyda bibe.

Checking social media

Source: SBS

Du ciwanên meraqdar yên wênegiriyê Charlie û Georgie ku dixwazin tenê wêneyên kesên din bigirin û li pash kamêrayê bimînin.

Charlie dibêje hin caran mirov ji dîtina wêneyên modilên ku di mîdya civakî de belav dibin westa dibe.

"Gelek caran jinên pirr ciwan di Instagram de hene, ez wan dibîn û ez dibêjim chiqa ciwanin! Û dixwzim wek wan bibim." Got Charlie.

Herdu hevalên ji Melbourne dibêjin ew herdem hest dikin ku ew ji alîyê mediya civakî de di bin fisharê de ne.

Georgie jî herweha dibêje dîtina wêneyên modilan bandoreke mezin li jiyana wê ye rojan e dikin.

“Eger ez zanim ez bi hevalên xwe re dikim bichim ahengekê wê rojî hemî xwarinê naxom, chimkî eger ez bixom ez bedew xoya nakim.”

Lêkolîneke nuh ku ji alîyê Enstûta Australî ya Lêkolîna Malbatan/Australian Institute of Family Studies raber dike ku nîvê ciwanan lênerînên nerênî li ser shêweya canê xwe de difikirin.

Lêkolînê herweha xoya kir ku yek ji du kechikan û yek ji pênc koran di xema ku qelew bibin de ne.

Charyekek ji kechikên ku lêkolîn li ser wan pêk hatî xwarinê ji tirsa qelewiyê kêm dixun û yên parêziyê dikin pirsgirêkên wane civakî û hestiyarî hene.

Berpirsiyara lêkolînê, Dr Galina Daraganova dibêje kesên ciwan ji temenekî zaroktî de ji ber shêweya canê xwe di pirsgirêk û demên dijwar re derbas dibin.

“Ew zarokên ku ji temenê 14, 15 salîn de di parêziyê de ne, wan ji temenê 10, 11 sanlîn de dest bi parêziyê kiribûn”. Got Dr Daraganova.

Pispor dibêjin yên ku pirsgirêka wan e xwarinê ji temenê 12 ta 18 salîn hene dê di siberojê de problêmên mezintir ji wan re peyda bibin.

Pizîshkê nixweshiya derûniyê yê zarok û ciwanan Sloane Madden dibêje karê wî her ku diche zêde dibe…

“Ez gelekî mijûlim. Bi taybetî bo kesên ciwan e ku pirsgirêka wan di xwarinê de heye.” Got Dr Madden.

Dr Madden dibêje, ew nuha nixweshên gelekî ciwan û temen bichûk dibîne, yên hesht salîn ku yek ji charan korrin.

Ew dibêje mediya civakî roleke mezin dileyze û hin caran pirsgirêkan peyda dike.

“Gelek faktor hene. Hin caran raberkirina wêneyên kesên bejin-zirav bandora xwe li ser hin kesên din hene”. Got Dr Madden.

Appên mediya civakiye wek Instagram û Snapchat bandora xwe li ser kesên ciwan hene.

Pisporê ewlehiya-cyber yê Australya Ross Bark dibêje, rola mediya civakî gelekî di jiyana kesên ciwan de dileyze bi taybetî belavkirina wêneyan, lê hin caran ew tishtên ne-kirdar belav dikin…

“bandora wan gelekî heye û hin caran weneyên belav dibin ne mumkine mirov xwe wek wan bike. Ji ber wê em dibînin ku zarok di demên dijwar re derbas dibin û rastî nixweshiyên derûnî dibin.” Got berêz Bark.

Berêz Bark dibêje hejmarek ji ciwanan dixwazin postên wêneyan li shûna platformên mediya civakî yên kevneshopî barbikin û bawer dikin ku dêûbavên wan Facebook ê zêdetir bi kar tînin.

“Ew naxwazin dêûbav bizanibin ku ew chi belav dikin, ku ev jî xemeke mezine ji bo dêûbavan, ji ber vê yekê ew nuha z^edetir Instagram û Snapchat bi kar tînin”. Got berêz Bark.

Lê Dr Daraganova dibêje berpirsiyartî ya dêûbavane ku zarokên xwe handane xwarinê û têkiliya civakî bikin…  

“Divê ew gotinên li ser qelewiyê rawestînin û herweha gotinên ku pêdiviya wan bi werzîshê heye rawestînin. Pêwîste ev peyam were dayîn ku xwarin wek neftê ye”. Got Dr Daraganova.


Share

4 min read

Published

Updated

By Abby Dinham, Amelia Dunn

Presented by Mayada Kordy Khalil



Share this with family and friends


Follow SBS Kurdish

Download our apps

Listen to our podcasts

Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service

Watch now