Çend roj berî Gaxan/Krîsmes, serokên wîlayet û herêman mezîn ku qedexeyên nû yên rêwîtiyê li ser gerokên ji Beravên Bakurê (Norther Beaches) Sydney û Sydney ya Mezin ferz bikin, ji ber ku vîrosa korona li wir zêde dibe.
Piştî 30 testên erênî yên nû di şevekê de hatin vegerandin, êvara roja Yekşemê bi tevahî 70 doz derketin (70 cases on Sunday after 30 new positive tests were returned overnight), û çavkaniya enfeksiyonan ji rayedaran re nenas dimîne.
Roja Şemiyê, Seroka New South Wales Gladys Berejiklian ragihand ku devera Northern Beaches li Sydney (Gladys Berejiklian announced the Northern Beaches area of Sydney would re-enter lockdown from 5pm on Saturday until midnight on Wednesday) dê ji 5î êvara roja Şemiyê ta nîvê şeva Çarşemê di îzolkirinê de bin.
“Di bingehê de, em ê vegerin ser qedexeyên ku di Adarê de hatibûn danîn, tenê ji bo rêveberiya herêmî ya Northern Beaches," wê got.
Zêdebûna ji nişka ve ya hejmara dozan ji bo niştecîhên Sydney û niştecîhên New South Wales yên ku hêvî dikirin biçin betlaneya di navbera wîlayetan de rêgezên nû hatin danîn. Tiştê ku divêt hûn zanibin ev in.
Victoria
Niştecihên Sydney ya Mezin, di nav de Central Coast û Blue Mountains, (banned from travelling to Victoria from with Premier Daniel Andrews declaring the entire region a 'red zone'.) ji ber ku Serokê wîlayetê Daniel Andrews tevahiya herêmê wekî "herêma sor" radighîne ku qedexe ye ku biçin Victoria.
Her kesê ku piştî wê demê bikeve wîlayetê dê 14 rojan di karantîna otêlê de bimîne.
Niştecêyên Victoria ta roja Duşemê nîvê şevê molet bi wan re heye ku vegerin, ku ji wan tête çave rê kirin 14 rojan li mal di xwe-îzolekirinê de bin.
Yên ku piştî vê demê gihaştî jî dê bi rêkeftinên karantîna otêlê werin kirin.
Berêz Andrews got gava nû "biryareke dijwar e, lê ew biryara guncan e".

Source: AAP
Wî got ku dorpêçkirinên sînoran dê di cîh de bimînin "ta ku ew hewce bin" û dê neyên rakirin tev ku xwe îzolkirina li Northern Beaches di nîvê şeva Çarşemê kuta dibin.
Di bin pergala ronahiya trafîkê de, hemî herêmên NSW yên derveyî Sydney ya Mezin wekî 'herêma kesk' hatin destnîşankirin, lê niştecîh hîn hewce ne ku destûrnameyekê bi dest xin da ku têkevin Victoria.
Kesên ku berê li Victoria ne û di 11ê Kanûnê de li Northern Beaches bûn divê xwe-îzol bikin û bên têstkirin.
Queensland
Rayedarên tenduristiya Queensland herweha ragihand ku wîlayet sînorê xwe ji niştecihên Sydney ya Mezin re digire (is shutting its border to residents of Greater Sydney), piştî ku rayedaran tevahiya bajêr wekî xalek germ binav kirin.
Kesê ku di du hefteyên berê de li Sydney, Blue Mountains, Perava Navendî (Central Coast) û Illawarra-Shoalhaven be, bêyî bexşîn nabe têkeve wîlayetê. Ger bexşîn were dayîn, dê hewce be ku ew 14 rojan biçin karantîna otêlê.
Niştecihên Queensland dê 24 demjimêrên din hebin - ta 1ê siba Sêşemê - ku biçin mal, lê ew hewce ne ku ji bo vîrusê bêne têstkirub û 14 rojan xwe-îzole kirin.

Premier Annastacia Palaszczuk says COVID-19 restrictions will be further eased from this Friday. Source: AAP
"Ger hûn ji Sydney-a Mezin in, niha ne dema rêwîtiya bo Queensland e," Seroka Queensland Anastasia Balaszk roja Yekşemê got.
Queensland di heman demê de dê li ser sînorê New South Wales xalên kontrolê yên rê ji nû ve saz bike da ku qanûnên nû bicîh bîne.e new rules.
Herêma Australian Paytext
Herêma Paytext (ACT) daxwaz dike ku kesên ji Sydney, Central Coast, Illawarra-Shoalhaven û Nepean, Blue Mountains 14 rojan têkevin karantînê.
"Ger hûn niştecîhek ACT ne û li wan deran bûyî, peyama me hêsan e ... hûn neçin ACT," berpirsa tenduristiyê ya herêmê Kerryn Coleman roja Yekşemê ji nûçegihanan re got.
Her kesê ku di heman malê de wekî rêwî di heman malbatê de be jî dê hewceya bi karantînê hebe, wê got.
Tenduristiya ACT dê ji bo ne-niştecîhên ku ji van herêman tên daxwazên lêborînê nepejirîne, ji xeynî şert û mercên giran, Dr. Coleman got.
"Ez fêm dikim ku ev ê ji gelek kesan re dijwar be û em van biryaran bi sivikî nagirin.
"Her çende ku em bo demeke zêdetir qedexeyan bi cîh nakin, lê hewce ku civak bête amade kirin, ku mumkîne ê dema Krîsmes û Sala Nû de berdewam be."

NSW travellers face travel restrictions from other Australian States due to the Sydney Covid-19 cluster Source: AAP
Rojavay Australia
Rojavayê Australya sînorê xwe ji bo hemî NSW girt ji ber mezinahiya belavbûna vîrosê li Northern Beaches.
Roja Şemiyê, ji bo NSW "rîska kêm" ya wîlayetê hate nûvekirin "rîska navîn", tê vê wateyê ku ew dê heman pîvanên hişk yên ku serê salê dîtibûn vegerîne.
Tenê mirovên ji NSW ku bikaribin piştî 20 Kanûnê bi firrokê biçin wîlayetê dê kesên xwedî îstîsnayên taybet bin.

West Australian Premier Mark McGowan Source: AAP
Berêz McGowan got "wergirtina vê beryarê" ji ber dema salê dijwar bû.
"Ez fêm dikim ku dê ev beryar ji bo pîrozbahiyên Krîsmes li NSW tev malbatê demeke dijware be" wî got.
Herêma Bakur
Herêma Bakur bi bandor sînorê xwe ji rêwiyên Sydney ya Mezin re girti, cîgiria Wezîrê Sereke Nicole Manison roja Yekşemê piştî nîvro got.
Mirovên ji Sydney, Blue Mountains, Central coast û Illawarra dê di dema gihiştinê de di karantîna 14 rojan de bin.
Xanim Manison ji nûçegihanan re got: "Me got pêşanîya me ya yekê parastina jiyana xelkê Herêmê ya, ev jî ku em neçar bin, em ê dijwar, fireh bikin." "Em ê zû beryarê bigirin û îro girt."
Tasmania
Rayedarên Tenduristiyê Navçeya Hukumeta Herêmî ya Northern Beaches wekî herêmeke "metirsîdar" destnîşan kirin, rê nadin ku rêwî ji 11ê Kanûnê vir de derbas bûne têkevin Tasmania ger tîştekî girîng tune be.
Mayîndeya Sydney ya Mezin wekî "metirsîdareke navîn" hat bi navkir, kesên ku ji van deveran rêwîtiyê dikin pêwîste xwe 14 rojan li Tasmania îzol bikin.
The Sydney to Hobart yacht race has been cancelled for the first time in its history, pêşbirka keştiyan ya Sydney bo Hobart di dîroka xwe de yekem car e hate betalkirin, amadekaran gotin ji ber qedexeyên sînoran ew mecbûr bûn ku bûyerê betal bikin.
Başûrî Australya
Serokê Başûr Australya Steven Marshall roja Yekşemê ragihand ku wîlayeta wî dê ji nîvê şeva roja Yekşemê sînorê xwe ji bo Sydney ya Mezin bigire û nuqteyên venêranê dê werin saz kirin da ku mirovên bi COVID-19 li sînorê NSW û li Balafirgeha Adelaide werin têstkirin.
Hemî kesên ji Sydney ya Mezin dema gihîştina Başûrî Australya divêt xwe 14 rojan di karantînê kin, yên ku vê dawîyê li Northern Beaches bûn dê ew werin vegerandin bilî kesên ku niştecêyên wê wîlayetê ne.
Xelk li Australya divê mîtro û nîvekê (1.5) ji hev dûr bin. Qedexeyên herêma xwe sebaret bi girtina sînoran bişopîne.
Eger tu hest dikî te nîşanên zekemê hene, telefone doktorê xwe bike yan pêwindiyê bi Agahdariya Tenduristiya Vîrosa Korona ya netewî bike li ser 1800 020 080
Ji kerema xwe rêwerzên peywendîdar yên ji bo wîlayet yanherêma xwe kontrol bike: NSW, Victoria, Queensland, Western Australia, South Australia, Northern Territory, ACT, Tasmania.