Qedexeyên Şeva Serî Salê li Australya, li vir rêberiyeke wîlayet bi wîlayet heye

Li gelek bajarên mezin çalakiyên agirbaziyê (fireworks) hatin rawestandin ku li piraniya wîlayetan û li gelek herêman jî sînordariyên sînorkirina civakî hene.

NYE

Source: AAP

Australî dê îsal bo pîrozbahiyên Sersalê yên sînorkirî rû bi rû bimînin, bi pandîmeya vîrosa korona li seranserê welêt.

Gelek bûyerên agirbaziyê hatin betalkirin, sînorkirina mêvanên li malan di cîh de ne û hatiye xwest ku kes hev û din maç nekin û hembêz jî nekin di pîrozbahiyên Şeva Serî salê de.

Li gel gelek qedexeyan, li vir rêberek heye ku hûn îro dikarin çi bikin û çi nekin.

New South Wales

Ê li dora Sydney Harbour çalakiyên agirbaziya demjimêr 9 êvarê êvara tune bin, lê dê nîvê şevê ji Pira Harbour çalakiya agirbaziya-kurt hebe. Ya herî baê ku hûn li telefizyonê tamaşe bikin ji ber ku gihîştina raya giştî dê li hemî deverên 'Devera Kesk' were girtin.

Ji bilî niştecihên Herêma Kesk yên li wir dijîn, yan kesên xwedî rezervên xwaringehê yan karkeran.

Di heman demê de li derdora 'Herêma Zer' jî Herêma Kesk tê damezrandin.

Ketina Navçeya Zer bo niştecîh yan mêvnan ve nayê qedexekirin, lê mirovên ku li van deveran bi hejmarek mezin kom dibin dibe ku ji hêla polîs ve werin girtin, Tenduristiya NSW dibêje.

Îşev ji nîvê şevê, civînên malan yên li Sydney ya Mezin dê herî zêde pênc mêva bikaribin werin mala te.

Eger tu li Sydney ya Mezin (Wollongong, Central Coast û Blue Mountains di nav de) tenê pênc mêvan dikarin mêvandariya te bikin.

Herweha civînên derveyî 30 kes dikarin beşdar bibin.

Yên ku li herêma bakurê Northern Beaches dimînin ta 9ê Çileyê divê li mal bimînin, lê niştecîh di Sersalê de bexşînek bo wan heye ku dikarin mazûbaniya pênc kesan û zarok jî di nav de li mala xwe bikin.


Yên li herêma başûrê Northern Beaches dê destûr hebe ku pênc kes, zarok jî di nav de li mala wan hebin, lê mêvanên ji Sydney ya Mezin nabe mênandariya wan bikin.

Zêdetir li ser şîreta herî dawî li ser cihên bi doz û qedexeyên heyî li ser malpera Tenduristiya NSW tên dîtin NSW Health website.

Victoria

Piştî ku Victoria îsal di îzolkirina herî dirêj ya Australya de derbas bû, dê niştecîh piştî 60-rojên bê dozên vîrosê, dê Şeva Sersalê bo wan aramtir be.
Civînên malan ê ta 30 kesî bin, civînên li derve 100 kes bin.
Meyxane (bar), xwaringeh û deverên din yên wekî klûbên şevê vekirî ne, lê bi sînorê hejmara beşdaran.
Pêşangeha agirbirînê ya salane ya Melbourne ya li ser Çemê Yarra hate seknandin û hukumeta wîlayetê ji xelkê xwest ku ji navenda Melbourne dûr bimînin û got ku dê tenê yên ku li cihekî li bajêr rezervasyon hebin destûr heye biçin.
Should you build a new house or buy an established house
Source: Getty Images

Queensland

Li Queensland, wîlayeteke din ku bi dirêjahî dozên vîrosa korona nînin, di malbatan de ta 50 mêvan, xwediyên malê jî di nav de.

Di heman demê de destûr heye ku kombûnên derveyî 100 kes hebin

Başûrî Australia

Li Başûrê Australya, civînên bo 50 kesî destûr heye, bi şertê ku yek mêtiro çarkoşe dûrî hev bin.

Ta 200 kes dikarin ji bo bûyereke taybetî li cîhekî bicivin, heke ew jî li gorî heman rêgeza du mêtiro çarkoşe dûrî hev bin.

Rojavay Australia

Rojavay Australya sînorkirina bo civînên kesan nîne, bi şertê ku yek mêtiro çarkoşe dûrî hev bin.

Tasmania

Tasmania xwedan heman rêziknameya du mêtro çarkoşe ye, lê bi sînorê jorîn yê 250 kes ji bo cîhek dabeşkirî di navgeheke hundurîn de.

Destûr heye ku 1000 kes li cîh yan dezgehên derve bicivin.
PPLN Heranudin
Indonesians in NSW are encouraged to check their data in PPLN's website for Indonesian Presidential Election (Pemilu) 2019. Source: Herlina

ACT

ACT tu sînorkirina li ser beşdarbûna hejmara mêvanan li mala te nîne. Civînên li dervayê paytext Canberra herî zêde 500 kesin, ku li wir jî qanûna du mêtro çarkoşe dikare were pêkanîn.

Herêma Bakur

Sînorkirina ku çend kes li Herêma Bakur li hundir yan li derva bicivin nîne, lê dîsa jî tê pêşniyar kirin ku mirov 1.5 mêtro ji kesên ku ew bi wan re najîn dûr kevin.

Xelk li Australya divê mîtro û nîvekê (1.5) ji hev dûr bin. Qedexeyên herêma xwe sebaret bi girtina sînoran bişopîne.

Eger tu hest dikî te nîşanên zekemê hene, telefone doktorê xwe bike yan pêwindiyê bi Agahdariya Tenduristiya Vîrosa Korona ya netewî bike li ser 1800 020 080 

Nûçe û agahdariyên herî dawî bi 63 zimanan li sbs.com.au/coronavirus hene.

Ji kerema xwe rêwerzên peywendîdar yên ji bo wîlayet yanherêma xwe kontrol bike: NSW, VictoriaQueenslandWestern AustraliaSouth AustraliaNorthern TerritoryACTTasmania

 


Share

Published

Updated

By Jarni Blakkarly

Share this with family and friends


Follow SBS Kurdish

Download our apps
SBS Audio
SBS On Demand

Listen to our podcasts
Independent news and stories connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians.
Innovative approaches for addressing the challenges of language as the only identity tool Kurds have.
Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS
SBS World News

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service