Scott Morrison tedbîrên rêwîtiya tundtir radigihîne

Serokwezîr Scott Morrison dibêje dê parastin bêne zêdekirin da ku pêşî li belavbûna vîroseke pir-veguhêz ya vîrosa-korona ji Keyaniya Yekbûyî bigire.

National Cabinet will meet again.

Source: AAP

Kabîneya neteweyî piştgirî da gavên nû yên rêwîtiya navneteweyî û navxweyî da ku bihêzkirina parastina COVID-19 li bersiva metirsiya zêde ya virosa-korona ya Brîtanyayê.

Brisbane ya Mezin di heman demê de di asta Hevpeymaniyê de wekî cihêgerm "hotspot" a koronavîrus hat îlan kirin, piştî ku karmendekî/e paqijiyê ji bo guhertoya nû erênî hat têstkirin - bajar ji bo sê rojan di dorpêçekirinê de ye.

Di bin guherînan de, pêwîste rêwîyên ku tên Australya divêt têsta wan ya COVID-19 neyînî be da ku bikaribin vegerîn û hejmara rêwiyên ku vedigerin jî kêm bûne.

Rêwiyên di firînên Keyaniya Yekbûyî de jî beriya ku li balafirgehên li Australya binihêrin, wê ji bo varyanta nû ya vîrosa-korona bikevin têstên bilez.

Mask dê li ser hemî firînên navxweyî û navneteweyî û li balafirgehên navxweyî yên li Australya - bilî zarokên 12 salî û bin ve- bêne ferz kirin û li balafirgehên derveyî welat werin pêşniyar kirin.

"Ev vîros qanûnên xwe bi berdewam dinivîsîne, û ev tê wê wateyê ku divê bi berdewamî pêşî lê were birin," berêz Morrison got.

Dê lêborîna têstkirin ji bo hin kesan hebe, wekî karkerên demsalî yên ji welatên kêm-metirsî ku têstkirin li welatê wan sînorkiriy e, ku dê di şûna wan de di bin kontrolên "taybet" de bin.

Serdanên hatina navneteweyî ta Şibatê kêm bûn

Hejmara hatina rêwiyên navneteweyî ya ku vedigerin Australya li New South Wales, Western Australia û Queensland ji sedî 50 kêm bûn.

Hejmara kesên werin New South Wales dê nuha her hefte 1,505 kes werin , li Rojava Australya bû 512 heftê û li Queensland 500 kes her hefte.

Victoria dê wergirtina heftene ya 490 kesî bidomîne - piştî ku ev yeka beriya niha piştî pêla duyemîn ya vîrosa-korona ya wîlayetê kêm bû.

Di civîna serokên wîlayet û herêman ya roja Îniyê de, kabîneya neteweyî li ser kêmkirina ta 15 'ê Şibatê biryar dan.

Birêz Morrison got ji sedî 80 ji Australiyên ku li derve hatine tomar kirin nuha li welatên ku vîrosa nû heye dimînin.

"Gelek nenasî û nediyariyî di nav rêka nû de hene, û ji ber vê yekê ev nêzîkatiya pêşîn, em bawer dikin, pir hişmendî ye."

Karmendê Bijîşkî yê sereke Paul Kelly got ku bersiva "zor û zû û xurt" armanc bû ku ji metirsiya ku ji hêla vîrosa-korona ya nû ve hatî veguheztin.

"Pirsgirêka me ya sereke ew e ku Australî di ewlehiyê de bimînin û piştrast bikin ku ev virosa li Australya belav nebe," wî got.

"Sedem ji ber ku dê kontrol kirin pir dijwartir be."

Dê hemî karkerên karantînê jî rojane bêne têstkirin.

Divê ekîba hewayî ya navnetewî her heft rojan carekê li Australya di têsta COVID-19 de derbas bibe û di navbera firînên balafiran de pêdivî bi xwe-îzolkirinê heye.

Nêzîka 38,000 kes niha li Wezareta Karên Derve û Bazirganiyê tomar bûne ku dixwazin ji derveyî welêt vegerin.


Share

3 min read

Published

Updated

By Tom Stayner

Presented by Mayada Kordy Khalil



Share this with family and friends


Follow SBS Kurdish

Download our apps
SBS Audio
SBS On Demand

Listen to our podcasts
Independent news and stories connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians.
Innovative approaches for addressing the challenges of language as the only identity tool Kurds have.
Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS
SBS World News

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service