Serjimêrî, ku her 5 salan carekê ji hêla Buroya Statîstîkê ya Australya (ABS) ve tê lidarxistin, agahdariya li ser nifûs û civakên Australya berhev dike.
Ger hûn bi Kurdî diaxivin, Serjimêrî pirsên li ser zimanê ku hûn li mal diaxivin û bavûkalên we wate -esilê we-dipirse. ABS dibêje ev bersiv alîkariya avakirina wêneyeke cihêrengiya çandî û zimanî ya li Australya dike.
Li gorî ABS, daneyên Serjimêriyê alîkariya hukûmet, karsazî û rêxistinên civakî dike ku karûbarên wekî lênerîna tenduristiyê, perwerdeyê, veguhastin û karûbarên ziman plan bikin.
ABS herwiha diyar dike ku agahdariya kesane ya ku di Serjimêriyê de hatî berhevkirin ji hêla qanûnê ve tê parastin û veşartî dimîne.
Ji bo bêtir agahdarî an alîkariya temamkirina Serjimêriyê, serdana malpera Buroya Statîstîkê ya Australya bikin.
Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike

