7 faktorên ku pêwîste tu li ser Gelê Pêshin yê Australya bizanibî.
Nasname bi kultûra wî mirovî de girêdaye û chawa xwe bi wê kultûrê de girêdide.

Yek ji efsaneyên mezine Abûrijinî ewe ku eger rengê chermê te sipî be wateya tu ne Aborijinî û ne ji Girava Torres Strait î.
Çand nûnertiya shêweyên jiyanê ava dike û ji nifshekî derbase nifshekî din dibe.

Pêshniyarên bingehîn yên chandî yên Aborijinal û Giravên Torres Strait taybetî bi erd û dilsoziya malbatî û civakî de girêdaye.
Mafên hemwelatiyê di dema Federesyonê di sala 1901 de bo Aborijiniyan û xelkê Girava Torres Strait nehat dayin.

Gelên Aborijinî û Girava Torres Strait ne mafê dengdanê û ne jî mafê wergirtina diravên sosyalê bo kesên li xanenishînê û jinên du-canan ta dawiya salên 1960an nebû.
‘Xewindîtin’ yan ‘Demaxewnê’ peyvên Îngilîzîne ku wateyeke kûr di têgihîshtina Aborijinî û Girava Torres Strait dide.

Ji bo gelê Aborijinî ‘Xewndîtin’ xwebêjeke mezin dide û ne tishtekî di par de qewimiye: “Ew wateya pêwindîgirêdana di nav gelê Aborijinî de ye di warê ruhanî de. Chîrokên xewnan ne tishtekî di par de ne, ew li dervayê demê ne- herdem zindîne û li gel me ne di jiyanê de”– ShareOurPride
Ziman nasnameya gelê Aborijinî û Girava Torres Strait e û ji kur hatine.

Dema Ewropî hatin Australya 270 zimanên cûda û kultûrên cûda cûda habûn. Îroj, 145 zimanên Aborijinî û Girava Torres Strait li Australya hene, lê 18 ji wan bi shêweyeke berdewam bikar dihên, ku kesên temen bichûk ta mezinan bi kar dihînin.
Gelên Aborijinî û Girava Torres Strait bi rêya pasherehan de bi welêt de girêdayî ne (dê û bav), herweha bi eshîr û komên zimanan jî.

“Dema em dibêjin welat mumkîne mebesta me welatêdêûbavan yan eshîret û hin caran pêkane xwebêjeke din bide; shûneke li ser nexsheyê. Ne pêdiviye ku em behsa warê erdnîgeraniyê dikin. Lê em behsa hemî doralî dikin.” - Professor Mick Dobson AM
Gelên Aborijinî û Girava Torres Strait shêweyên bi sûd demezirandin bo berjewendiyê ji bi karanîna erdê berdewam bibînin.

Mafê nishtecêbûnê bo grûpên cûda û birêvebirina hin deveran zelale û bi hunerî hatine qeydkirin, chîrok, stran û dîlan. ”Shêweya ez hatim xwedîkirin di baweriya ku barweriyên taybet girêdayî bi welat de hene. Em yê erdê ne. Erd ne yê me ye.” - Cassandra Lawton jina ji eshîreta Gungarr (SW Qld)

