Hewlldan bo yarmetî yekêk ke rûberûy tundûtîjî xêzanî debête we, karêkî asan nîye. Bellam xosh-bextane serçawey zor hen bo yarmetî le Australya.
Herçend le zorbey hallet da tundûtîjî xêzanî peyweste be azardanî cesteyî/fizîkî, bellam herweha boy heye be shêwazî dike bêt, wekû azardanî derûnî, hewlldanî kontroll kirdinî darayî, û corî dike….
Amarekan nîshan deden ke zorîne ew kesaney tûshî tundûtîjî debine we jin-in, be taybetî jinanî komellgay koçberan.
Be hoyî barûdoxî aybetî koçberane we, rxirawey taybet damezrawin bo yarmetî ew jinane be taybetî.

Dabîn kirdinî yarmetî û amojgarî
Eger pirsîyarit heye yan amojgarî’t dewêt be zimanî xot, detwanît dawayî zimanwergêrer bikey le rêkxirawey Nishtimanî TIS le ser jimare: 13 12 50, û dawayan lêbike ke to detewêt peywendî bikey be 1800 RESPECT, ke hêllî yarmetî ye bo tundûtôijî xêzanî, 24/7 kirawe ye.
Herweha detwanît daway ziman-wergêrer bikey eger detewêt le gell pizishkî xot yan polîz qise bikey.
nawendî firekultûrî ye dij be tundûtîjî xêzanî, yarmetî terxan deken be çendîn zimanî ciyawaz, telefon bike bo: 1800 755 988.
Yarmetî bo ew katey ke jiyanit le metirsî daye
Bo katî firyakewtin bo xot yan yekêkî dike telefon bike bo 000.

Çî detwanim bikem?
Eger yekêk pêy rageyandî ke be katêkî sext da deron, sapportiyan bikewn, rewaney serçawekanî yarmetîyan bike.

