Kurmancî:
Beshê Radyo li SBS ji bo bernameya kurdî li karmendekê/î beshdemê digerêye, bi înglizî: CASUAL RELIEF PRODUCER.
Wek endamekî karmedên bernameyê, karê te dê amadekirin û pêshkêshkirina naveroka bernameyên radyo ji bo endamên civata kurdîziman be. Lêkolîn, nivîsandin, amadekirin, edîtekirin, wergerandin û pêshkêshkirina dengî bi rêya radyo û înternêtê dê di nav karê te de bin.
Grîng e nivîsandin û axaftina te ya bi kurdî û ya bi înglizî gellekî bash bin. Ji bo bidestxistina vî karî beshdariya di îmtîhaneke zimên de û serkevtina tê de dê pêwîst bin. Hebûna xibreta di rojnamevaniyê û pêshkêshkirina bernameyên radyo de dê bashtir bihêt dîtin. Xwediyê vî karî divêt amade be di sa’etên dihên dayîn de kar bike. Dema kar dikare êvarê yan dawiya hefteyê be jî.
Haydar be. Kar ne yekî herdemî ye. Tenê karekî beshdemî ye. Bi înglizî: CASUAL RELIEF WORK.
Bo bêtir agahdarî serî li malpera me xe, yan telefone Roza Germian bike, li ser vê jimarê: (02) 9430 2746.
Daxwaznameyên ligor mercên vî karî, yanê: Applications addressing the Selection Criteria divêt bi rêya vê navnîshana înternêtî, pêsh demjimêr 5ê êvarê ji roja îniyê, 14ê nîsanê hatibin danîn: www.sbs.com.au/jobs
Soranî (Latînî):
Beshî Deng û Ziman le SBS pêwîstiyan be derhêner wate prodyuserî-casual-yan be pêy pêwîst- heye, bo radyo le beshî bernamey Zimanî Kurdî.
Wek beşêk le tîmeke, çawerwan dekrêt lêt ke beşdar bît le durûstkirdinî û billawkirdinewey nawerokî dengî bo komellgay Kurd-ziman. Herweha debêt amade bît bo ancamdanî lêkollînewe, nûsîn, berhemhênan, jêr-nûsîẍ wergêranî ziman û pêşkeş-kirdinî dengî, le ser radyo le “online”.
Pêwistdekat ke nûsîn û xwêndinewet le zîmanî Kurdî û Înglîzî da le ser astêkî berz bêt (dawakaranî serkewtû debêt be taqîkirdinewey ziman da têperr bin). Bakgrawnd le rojnamegerî û pêşkeşkarî xwazyare, bellam merc niye. Em poste brîtî debêt le karî-şîft, kandîdî serkewtû debêt amadebêt ke be sift karbikar (ke brîtî debêt le karî êwaran û kotayî hefte).
Eme kare bo postêkî hemîşeyî-wate permanent –nîye, bellam bo karî be pêy pêwîst yan casual e.
Bo zanîyarî zortir derbarey em poste tikaye ser danî malperekeman biken yan peywendî biken be Roza Germîan le ser jimare telefon (02) 9430 2746
Dawakaran debêt amaje be merce dawakirawekan biden, wate Selection Criteria û debêt be rêy Malperî SBS e we login biken:
www.sbs.com.au/jobs û heta 5î êware, Rojî Heynî 14 mangî 4 kat heye.

