Roja 16 Adara 1988 yek ji rojên reş ya di dîroka Kurdan de ye. Em derbarê bîranîna kîmiyabarankirina Helelbce bi berêz Hikmet Helebceyî re axifîn. Berêz Helebceyî di wê êrîşa hovan e de 10 endam ji malbata xwe wunda kirin, dêûbav, şeş xûşk û du bra mirin. Hikmet Helebceyî di merasîma ku li Helebce pêk hatî beşdar bû. Gelek ji berpirsên HHK û jimarek ji berpirsên hukmeta Êraq ê di merasîm ê de beşdar bûn.