15'ê Şibatê 25'emîn salvegera girtina rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) ye. Ji 35 mehan zêdetir e tu agahî li ser wî nînin. Dewlet hevdîtna malbat û parêzeran ji bo dîtina Ocalan qedex dike.
Li girtîgehan bi hezaran girtîyên ji doza PKK'ê li dijî îzolkirina li ser Ocalan 80 rojin di çalakîya birçîbûnê da ne.
Malbatên wan jî bi navê 'Nobeta Edaletê' çalakîyeke cuda lidardixin.
DEP Partî û sîyasetvan jî li bajarên Kurdan dest bi çalakîya 'Meşa mezin' ya azadîyê kirine û bajar bi bajar digerin bang li dewletê dikin ku tecrîdê rake, bi Ocalan re dest bi dîyalog û muzkareyê bike ji bo çareserkirina pirsa Kurdan.

Lê Tirkîye rêxistina PKK'ê wek rêxistineke terorî dibîne û çalakîyên jibo Ocalan jî di çarçoveya piştevanîya rêxistina terorê de dinirxîne û qedexe dike.





