Wîlayeta Stemolê dibêje ''hêzên me yên ewlehiyê tespît kirine kun Senaryoya lîstikê li gorî propagandaya rêxsitina terorê ya PKKê hatîye çêkirin.'' Lê lîstika Bêrû wergêra şanoyek Îtalî ye, ku Şanogerê Îtalî Dario Fo li ser revandina serokwezîrê îtalî Aldo Moro vê lîstikê nivîsandîye û rexneye sîsetam kaptalîzmê ye.
Tîyatra Jîyana Nû bi wergêra Dîlawer Zeraq şanoyê sê sal berê pêşkêş kir û li Festîvala Şanoyê ya Moskovayê de xelata lîstika herî baş sendibû. Şanoya Bajêr y Stembolê 106 salî ye û ger ev lîstik nehata qedexekirin dê cara yêkê şanoyek kurdî li ser dikê şanoya bajêr ya Stembolê bihata pêşkêşkirin.
Omer Şahîn di lîstika Bêrû de di du rolên sereke de dilîze û jibo gohdarên meh behsa naveroka lîstikê dike û biryara qedexê dinirxîne.





