Li şûna beşdarbûnan de, mirov îsal dikar di roja Anzac de 25 Nîsanê ji demjimêr şeş sibehê de ji bo deqeyek bîranîna yên jiyana xwe di Şerê Cîhanê yê Yekem de ji dest danî li mala xwe raweste û herweha mûman vêxe.
Elise Edmonds pispora van mijara ne, Şerê Cîhanê Yekem, nexşeyên Dîrokî û Dîroka Australya ye ku ew li Pirtûkxaneya Wîlayeta NSW kar dike. Pirtûkxaneya Wîlayetê ji te dixwaza wêneyên te yên Roja Anazc dike da ew dîrokê de werin tomarkirin.
Pirtûkxaneya Wîlayetê ji sala 1919-an de vir berhevoka diyardeyên şer, nameyan, nexşeyan, wêneyan û materyalên bi Şerê Cîhanê yê Yekem ve girêdayî berhev dike.
Roja Anzac yek ji girîngtirîn bûyerên neteweyî yên Australya ye ji sala 1927-an û vir ve gava ku, ji bo yekem car, her wîlayetekê 25ê Nîsanê bi şêweyekê kire rojeke ta’tîlê.
Xatun Elise dibêje "derdê vîrosa korona bi yek ji dijwartirîn demên ku welatê me di nav re derbas dibê ye. Em dixwazin ku belge bikin ka daniştvançn NSW çawa dê vê roja girîng bi bîr wînin ku ev roj yek ji girîngtirîn rojên neteweyî ye li Australya.”

State Library's expert on WW1 Elise Edmonds. Source: Supplied
Pirtûkxaneya Wîlayetê ji daxwaz dike ku di Roja Anzac de li mala xwe bi bîr wînin, yan bi vêxista mûman, guhdariya peyama dawîn li ser internetê yan guhdariya bi rêya radyo yan telefizyonê bikin. Dûre, wêneyê xwe li Instagram û Twitter bi heştaga (hashtag) #NSWathome û her weha #Anzacathome belav bikin.