Watch FIFA World Cup 2026™ LIVE, FREE and EXCLUSIVE

Piştî kuştinê 27 salan doz car din tê vekirin

Cihan Sincar

Source: Hatice Kamer

Ji ber nebûna raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê emê raporeke taybet ya Hatice Kamer ji Amedê pêşkêş bikin, raport li ser kuştin û doza parlamenterê Kurd Mehmet Sîncar e, ku ew parlamenterê Partîya Demokrasî (DEP) bû. Di salên 1990îyan de li bajarên weke Amed, Farqîn, Batman, Nisêbin û Cizîrê bi sedan Kurd dihatin kuştin û kujerên wan nedihatin girtin. Parlamenter Sîncar ji bo lêkolînkirina van kuştinan wê demê çû Batmanê, armanca wî ew bû ku raporekê ji bo parlemanê amade bike. Lê ew jî li wir hate kuştin. Doza wî dê di 6ê îlonê de li Amedê were vekirin. Bêtir derbarê wê mijarê di raporta Hatice Kamer de heye ku hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar û parêzera wan Şaneşîn Aydin behsa girîngîya dozê dikin.



Share

Follow SBS Kurdish

Download our apps

Listen to our podcasts

Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service

Watch now