26 Rêbendê Roja netewî ya Australya ye. Lê di rastiyê de Roja Australya çi wateyê dide û çi bertekên wê hene? Di sala 1788 de Flota Yekem/first Fleet gihîşt Sydney Cove, destpêka Koloniya Brîtanî ya li Australya ye. Niha bi cejneke gelemper dihête bîranîn, ku bi mîlyonan kes li Australya pîroz dikin. Lê ji bo gelek Aboriciniyan û xelkê Giravên Torres Strait rojeke bi êş e û bi roja dagirkirinê tê nasîn.
Share





