Erica Henley çalakvaneke mafê mirovane bi taybet bo ew kesên ku li nav welatê xwe aware bûne yan di encama şerê li welatê wan bûyî li welatên din bûne penabere yan penaxwazin. Ew her dem dixwaze alîkariya kesên hewcedar bike bi taybetî yên ku di demên dijwar re derbas bûne. Xatûn Henley xobexşeke bo mafê mirovan kar dike. Ew damezrawa rêxistina xêrxwaziyê ya Operation Hope Australia (Çalakiya bi Hêvî li Australya). Ji sala 2016 de xatûn Henley wek xobexş serdana kempên penaberan yên li Yonanistanê, Êraqê û îsal jî çû Herêma Kurdistanê. Sedema çûna wê bo Kurdistanê, alîkariya hacetên pizîşkî û gelek tiştên din bo penaberên di kampan de bir.