Çalakiyan li Sydney, Melbourne, Adelaide, Brisbane û Perth cî girt. Em ji Sydney bi hevserokê Navenda Civaka Kurd ya Demokratîk li Australya Ismet Taştan re axifin, ji Melbourne alîkarê me Brwa Mihemed bi hin beşdaran re axifî, ji Adelaide em bi Hesen Korxî amadekarê çalakiyê re axifin, ji Brisbane em bi Sorgul Miho re axifîn û ji Perth em bi Brîndar Eslan endamê Komiteya Komeleya Kurd li Rojavayî Australya axifîn.

Yên beşdar bûnî malbatên tev zarokên xwe jî hatibûn ji bo piştgirî û helwêsta xwe raber bikin.

Balefirên cengê êrîş şervanên Kurd li Sûriyê kirin piştî ku serokê Tirkiyê Erdogan emir da, ku di encamê de bi dehan kes mirine û bi hezaran ji malên xwe derketin.

SBS Kurdî bi jimarek ji endamên civaka Kurdî re axifî û ji wan li ser xwestin û daxwazên wan ji hukmeta Australya û civaka navnetewî derbarî kiriyarên Tirkiyê yên bi ser miletê Kurd de ku li herêmên bakur-rojhilatî Sûriyê pêk tîne pirsî.






