Wekî gelek kesan ku ji ber sherê li Sûriyê surgûn bûn, Arya Etî jî yek ji wan kesan e. Wek bi hezaran panaber ew jî tev hevjînê xwe û kecha xwe ya bichûk li Almaniya bûne penabere.
Humermenda shêwekar Arya Etî ji daybûna Konanîyê ye. Wê ji bichûkatiya xwe de gelekî ji rengan û nixsheyan hez dikir.
Pishtî kutakirina bekeloriya, wê di Fakulteya Hunerên Ciwan (Fine Arts) li Zanîngeha Helebê de xwend. Li dû kutakirina zanîngehê ew ji 2010 de di gelek pêshangehan de beshdar bûye.

Pêshangeha pêshîn di 2010 de li Helebê yeke hevbesh bû.

Hin welatên ku humermenda shêwekar Aray Etî bo pêshangehan beshdar bûyî evin, ji Sûriyê, Lubnanê, Misir, Tirkiyê, Dubai, Fransa bigire û ya herî dawî (2018) li bajarê Almanî Bad Harsfeld e. Navê pêshangeha li Almaniya "autîtîzm"e, ango bi “tenê”.

Em bi Arya Etî re derbarê karê wêyî hunerî yê shêwekariyê ji Almanya axifîn û chima wê ev nave “autism” li pêshangeha xwe kiriye?



Hemî tabloyên li jor ji chêkirina hunermenda shêwekar Arya Etî ne.





