Watch FIFA World Cup 2026™

LIVE, FREE and EXCLUSIVE

Bi riya henekvaniyê gihîşt amancên xwe

Jiyan Khalaf, Kurdish comedian

Jiyan Khalaf, Kurdish comedian Source: Supplied

Jiyana henekvan Jiyan Khalaf ne hêsan bû, bi taybeyt wek keçeke ciwan ya Kurd ku li Îngilistanê mezin bû. Ew ji daybûna Qamişlo ye û ji ber sedemên siyasî bavudiya wê welat di destpêka 1999 de li cih hîştin û koçe Brîtaniya kirin.


Published

By Mayada Kordy Khalil

Source: SBS


Share this with family and friends


Jiyana henekvan Jiyan Khalaf ne hêsan bû, bi taybeyt wek keçeke ciwan ya Kurd ku li Îngilistanê mezin bû. Ew ji daybûna Qamişlo ye û ji ber sedemên siyasî bavudiya wê welat di destpêka 1999 de li cih hîştin û koçe Brîtaniya kirin.


Jiyan ji temenê 10 salîn de li Brîtanya dimîne, li Kurdistanê bernameyeke telefizyonê pêşkêş kiriye, çar salan li Tirkiyê di pêşveçûnên navneteweyî de kar kiriye û endeziyarî xwendiye. Lê wan tiştan hemû deyne aliyekî, ew wek keçeke Kurd di dijwarî û pêvajoyên civakî û durûtiya çandî re derbas bû ku ew mijarana bûn asteng li pêşiya wê û di encamê de wê beryar da ku êş û hêrsa xwe bi rêya pêkenînê - komêdî re derxe.

Dema ku îcar Jiyanê ji ber valabûna di dema vîrosa korona car din dest bi henekvaniyê kir, wê hest kir ku îcar rewşa wê baştir û xurtir e û bala gelek ji nifşê nuh kişand.

"Armanca min ev e ku ez platformeke berfireh bi afirînim ji bo girêdanekê di nav ciwanan de peyda bikim.”  

Tevî hemî rexneyan Jiyanê bi hogirîya xwe ya henekvaniyê dom dike û ya herî girîng jî malbat û hevjînê wê piştgiriya wê dikin.

Jiyan Khalaf, Kurdish comedian
Jiyan Khalaf Source: Supplied


Latest podcast episodes

Follow SBS Kurdish

Download our apps

Listen to our podcasts

Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service

Stream now