Bêwarî di dema COVID-19 de li Australya

David Pearson, CEO AAEH

Source: Supplied by AAEH

Mehên zivistanê ji bo bi hezaran kesên ku di rewşeke dijwar de dijîn hêsan nîne bi taybetî di demên pandîmeya COVID-19 de. Li gor serjimêriya Australya ya sala 2016an 8,200 mirov bêwar bûn.


Hevbendiya Australya ya Bidawîkirina Bêwariyê, Australian Alliance to End Homelessness (AAEH) dest bi kampîneke lobîkirina berfireh kir, Mal Piştî COVID, Homes Beyond Covid, da ku hişmendiya hewcedariyên lezgîn bo kesên ku nuha li cihên demî di encama COVID-19 bi cîh bûne.

Bêyî çalakiyeke bilez bi hezaran mirov li ser taxan radizin û nuha bo kurte demekî di otêlan bi cîh bûne lê heke çareyek bo wan neyête dîtin dê ew neçar bibin û dîsa bêwar bimînin. 

Di dema zivistanê de, AAEH bi rêya kampîna xwe bang li kirina çalakiya hevkariyê dike da ku xaniyên herdemî û piştgiriyê pêşkêşe her kesê bêwar yan di otêlan de ji ber COVID-19 dimîne peyda bikin.
Serokê Rêveber yê AAEH David Pearson dibêje ev kampîna dide xuyakirin, ku bêwarbûn hem dikare çareser bibe û hem jî dikare berbend bibe.

"Di heşt hefteyên pêşîn yên vê pandîmeyê de, tenê di nav civatên ku AAEH bi wan re kar dike, zêdetirî 5,000 mirovên ku di rewşeke dijwar de radiziyan xaniyên demî bo wan hatin dîtin," got Berêz Pearson.

"Ji ber ku di serjimêriya dawîn de 8,200 kese bêwar hebûn, ev yeka jî bersivên herî girîng yên derbarî bêwariya li Australya dide, lê wekî ku em dizanin ev qeyran hîn bi dawî ne hatiye. Ji ber vê yekê pêwîstî bi çalakiyeke lezgîn ji hukumetan divê - çareseriya bi siyaset dikare were çareser kirin. "


Share
Follow SBS Kurdish

Download our apps
SBS Audio
SBS On Demand

Listen to our podcasts
Independent news and stories connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians.
Innovative approaches for addressing the challenges of language as the only identity tool Kurds have.
Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS
SBS World News

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service