Pirozkirina Roja Jinên Cîhanê li Amed ê

Source: Supplied by Hatice Kamer
Raporta Xatice Kamer ji Amedê îroj gelekî rengîne û mijarên balkêsh têde hene. Li Amedê ji aliyê heşt rêxistin, komele û dezgehên jinan Tora tekoşîna li dijî tundiya jinan hat damezrandin. Parlamentera HDPê ya Amedê Dersîm Dag, jibo piştigiriya parlamenter Leyla Guven şeş roj berê dest bi çalakiya birçîbûnê ya bê dem û bê dor kir. Leyla Guven di çalakiya xwe de di roja 120'an de ye. Rewşa wê gelek xerab e. Di dawiya raportê de jî du beş li ser du muzikjenên Kurd e, yek ji wan Şîlana 17 saliye ku ji bo perwerdeya muzîkê dest ji xwendegehê berda ye. Beşê dawîn ji raportê li ser albûma mûzîka Mavîş Guneşer e ku li ser zêmarên polîtik yên herêma Dersîmê albûmek zazakî çêkiriye.
Share




