Serjimêriya 2021 û kesên Kurdî-ziman li Australya

Census 2021

Census 2021 Source: SBS News

Her pênc salan carekê, Australian Bureau of Statistics ABS wate Bîroya Amaran li Australya serjimêriya li Australya pêk tîne ango Census.


Serjimêrî wêneya herî berfireh ya welat e û çîroka ku em çawa tên guhertin vedibêje. Daneyên serjimariyê ji me re behsa pêkhateya aborî, civakî û çandî ya welêt dike.

Serjimêriya sala 2016 xuya kir ku 23 milyon û 400 hezar kes li Australya hebûn û ji wê hejmarê 6,199 kes Kurdî-ziman bûn.

Lê serjimêriya 2021 raber kir ku serjimêriya Australya gihîştiye 25,422,788 kesan e. Ji serjimêriya 2021 xuya bû ku hejmara Kurdî zimanan li Australya gihştiye 9,893 kesan e, yanî hejmar bi 3,694 kesan zêde bûye. Lê di heman demê de 10,171 kes jî didin xuyakirin ku ew ji paşerehên  Kurd in.

Li NSW 4,147 Kurdîziman hene, dûre QLD tê 2,512 Kurdîziman hene, li Melbourne 1,745 kesên bi Kurdî diaxafin hene, li Başûrî Australya 777 Kurdîziman hene, li Rojavayî Australya 646 kesên bi Kurdî diaxafin hene, li Tasmania 14 kes hene,

li Herêma Bakur 8 Kurdîziman hene û li Herêma Paytext ACT 51 Kurdîziman hene, ku bi tevahî dike 9,893 kesên ku bi Kurdî li mal diaxafin li Australya hene.

Share
Follow SBS Kurdish

Download our apps
SBS Audio
SBS On Demand

Listen to our podcasts
Independent news and stories connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians.
Innovative approaches for addressing the challenges of language as the only identity tool Kurds have.
Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS
SBS World News

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service