Civaka Kurd li Sydneyê di 29ê Adarê de li Hyde Park bi kombûneke çandî ya geş, Cejna Newrozê pîroz kir. Çalakiya ku ji aliyê komên civakî yên li Sydney ve hate amadekirin, malbat û mêvan anîn cem hev da ku hatina vê Cejina girîng pîroz bikin. Ahengên muzîka kevneşopî, dîlan û cilên rengîn park xemilandin. Ahenga Hyde Park girîngiya parastina çandî di nav dîasporaya Kurd de destnîşan kir, Kurdên ji hemû beşên Kurdistanê têde beşdar bûn. SBS Kurdî bi hejmareke ji beşran re axifî.






Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike
Share






