Hukûmeta Iraqê hewl dide ku PKK û komên din ên girêdayî bi wan ku li Şingalê ne çekên xwe radest bikin, pêkhateyên xwe yên çekdarî hilweşînin û endamên xwe tevlî hêzên Iraqî bikin. Li alîyekî din, Hukumeta Herêma Kurdistanê vegerandina 33 ciwanên kurd ragihand, ku zêdetirî mehekê di zîndanên Lîbyayê de mabûn. Li gorî amarên Fermangeha Medya û Zanyariyê, heta niha 335 kes ji Lîbyayê hatine rizgar kirin.
Ji bo bihîstina babetên din serî li sbs.com.au/language/kurdish/ku/guhdar-bike
Share



