Gelo vîrosakorona çi pêwindî bi pişikan (sîpelkan) heye?

Lung cancer

Lung cancer, computer illustration. Source: Getty Images/KATERYNA KON/SCIENCE PHOTO LIBRARY

Karkirina bingehîn ya pişikan ew e ku alîkariya oksîjînê ya ji bayê ku em dikşînin nav hucreyên sor bo bikeve nav xwînê. Hucreyên xwînê yên sor oksîjenê li seranserê laşî belav dike ji bo bi karanîna hucreyên di laş de. Em derbarî rola sîpelkan/pişikan di laşê mirovî de çiye bi Dr Elî Zêbarî re diaxafin.


Karê sereke yê  pişikan/sîpelkan bo laş mirovan çiye? Pişik alîkariya oksîjînê ya ji bayê ku em dikşînin nav hucreyên sor bo bikeve nav xwînê dike. Hucreyên xwînê yên sor oksîjenê li seranserê laşî belav dike ji bo bi karanîna hucreyên di laş de.

Vîrûsakorona

Vîrosakorona nexweşiyeke ku êrşe pişikan/sîpelkan dike. Ev vîruseke nû hatiye kişifkirin. Nîşanên vê vîrosê  ji kuxukeke sivik destpê dike û dûre dibe kulbûneke di pişikan de (pneumonia). Hin mirov bi hêsanî baş dibin, yên din dikarin giran nexweş bibin. Derman ta nuha ji vê nixweşiyê re nîne. Belgeh raber dikin ku ev vîros ji mirov derbase mirovî dibe.  Pakî roleke mezin di parastina mirovan ji vîrosan dike.   

"Dibe ku em derheqê vîrosacorona de ne ji 100% rast bin ji ber ku ev vîrosek nû ye û di derheqê wê de pir agahdarî nînin. Lê bi şêweyeke gelemper, ev virus ji lawiran derbasî  mirovan bûye. Ta nuha, ew nizanin ka ev virus dikare çi bike lê bandora sereke ev vîrus ew e ku ew êrişî pergala respirasyonê dike. "

“Ji ber vê yekê piraniya kesên ku bi vîrosakorona ketine ji derva hatine û ji Çînê ne. Rewşa wan ne pir giran e. Lê ez bawerim ku ji 20%  ji wan di rewşek dijwar de ne, yên ku bi vîrosakorona hatine teşxîskirin û rewşa wan di encama êrişa pergala respirasyonê jiyana xwe mixabin ji dest didin," dibêje Dr Elî Zêbarî.

Australya qedexebûna kesên ji Çînê tên Australya berdewam dike.

Share
Follow SBS Kurdish

Download our apps
SBS Audio
SBS On Demand

Listen to our podcasts
Independent news and stories connecting you to life in Australia and Kurdish-speaking Australians.
Innovative approaches for addressing the challenges of language as the only identity tool Kurds have.
Get the latest with our exclusive in-language podcasts on your favourite podcast apps.

Watch on SBS
SBS World News

SBS World News

Take a global view with Australia's most comprehensive world news service
Gelo vîrosakorona çi pêwindî bi pişikan (sîpelkan) heye? | SBS Kurdish