Piştî vegera vîrosa korona li hin deverên li Melbourne rewş ji bo niştecêyan dijwar bûye ku di encamê de qedexeyên ji bo gelek tiştan pêk hatine. Herweha ji 23/07/2020 bikaranîna rûdankan (maskan) li Melbourne îcbariye.
Dr Husên Tahirî ji sala 1989 de li Australya dimîne. Wî di gelek waran de kar kiriye. Doktoraya mamoste Husên di Zanistiya Siyasî de ye û derçûyê Zanîngeha Melbourne. Di encama COVID-19 û rewşa zêdebûna dozên vîrosa korona li Melbourne ku ev bû demeke Dr Husên ji mal de kar dike.
Share






